'Zanîngeha azad nîfşên azad diafirîne' 2019-05-30 09:05:02   KOBANÊ - Zanîngeha Kobanê bi pergal û şêwaza jiyana xwe feraseta komînal di nav xwendekaran de dide afirandin. Bi fikir û zanista civakî xwendevan ji aliyê feraset, têgihîştin û hestên komînalbûnê De perwerdeyeke baş dibînin. Xwendakarên ku diçin zanîngehê hestên xwe anîn ziman û gotin:"Zanîngeha azad nîfşên azad diafirîne. Ji bo siberojek azad nifşên azad difikirin û perwerdekirî pêwist in."   Piştî  şoreşa Rojavayê Kurdistanê êdî her herêmekê qadên xwe yên perwerdehî, siyasî, çandî, hûnerî, civakî û parastinê ava kir. Bi vê yekê jî li Kantona Kobanê ku weke navenda şoreşê tê pênasekirin taybet di qada perwerdehîyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo xwendina bi zimanê dayîkê dibistan û zanîngeh ava kir. Wiha jî di 30'ê îlona 2017'an de zanîngehê bi rengekî fermî deriyên xwe ji xwendekarên xwe re vekir. Şagirtên ku malên wan li derveyî Kobanê ne pêwistiya wan bi cihekî razanê li nêzî zanîngehê hebû, loma jî careke din Rêveberiya Xweser hemû derfet dan şagirtan û ji bo xwendekarên jin û yên mêr li taxa Nû avahiyek da şagirtan û li wir bi pergala komîn dest bi jiyanê kirin.     Jiyana şagirtan a komîn a zanîgehê    Xwendekar sibehê saet di 7:30'an de şiyar dibin û li gor dema hatina servîsa ku ji bo wan hatiye girtin xwe amede dikin. Bi hatina servîsê re saet di 8:00'an de xwendekar bi kelecan û kêfxweşî berê xwe didin zanîngeha xwe da ku agahiyên nû bigirin. Di zanîngehê de beşên Bîrkarî, Fîzik, Kîmya, zimanê Kurdî, Erebî û wêje hene. Her wiha şagirt semîneran jî di nav xwe de didin û şêwazê nirxandin, civîn, tekmîl, rexne û rexnedayîn hene. Beşa rexne û rexnedayînê beşa herî zêde bandorê li jiyana şagirt û mamosteyan dike. Cihê ku tê de dijîn bi şêweyê rexne û rexnedayîn hewl didin jiyanek hîn baş, komînal û demokoratîk bidin avakirin.   Di navbera şagirt û mamoste de tu ferq tune ye weke hevalan bi hev re waneyan dibînin. Hejmara herî mezin a jinên ciwan e û herî zêde tevlî nirxandinê dibin û bi hevalê xwe re dibin alîkar, di navberê de pirs an şirovekirin hebe ji mamosteyan dipirsin an jî lêkolîn dikin. Şagirt û rêveberiya zanîngeha Kobanê hest û kêfxweşiya xwe parve kirin.   'Xwendina bi zimanê dayikê zanîngehê xweş dike'   Şagirta bi navê Leyla Silêman hêstên xwe wiha parve kir: "Me texmîn nedikir ku zanîngeha li bajarê Kobanê bê vekirin, yê ku mirov kêfxweş dike em bi zimanê xwe zanîgehê dixwinîn, ev sala min a yekemîn e ez zanîngehê dixwînim, ji ber em li gund dijiyan, di hatin û çûyinê de me gelekî zehmetî dikişandin, lê piştî ku li taxa nû ya Kobanê mal ji me re hate dayîn êdî çûyîn û hatina me hîn hêsantir bûye."   'Jiyana hevpar û komînal a herî xweş e'    Leylayê di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser pergala jiyana komîn û şêweyê zanîngehê û wiha domand: "Di komîna me de em 10 jinên ciwan cih digirin. Pergala me pir bi rêk û pêk e, di komînê de her kes bi berpirsiyariya xwe radibe. Dema em tên komînê her hevalek xwe ji ber jiyanê de berpirsiyar dibîne. Di dibistanê de jî şêwayê me pir cuda ye. Nimûne li zanîngehê dewleta Sûrî mafê şagirt ê rexnan tune bû û her wiha kesî nedikarî bi zimanê dayika xwe bipeyive an jî bixwîne lê li zanîngeha me zimanê dayikê girîng e. Di zanîngehê de ya girîng ne pîvanên ku ji ezmûnan were girtin e. Jixwe di zanîngehê de ezmûn jî tune ne. Ya girîng şêweyê şagirtan a jiyanê, çand û ehlaqê wî/wê yê bi hevalên xwe re ye. Ya rastir li vir vîn û sekna şagirtan pir girîng e. Li vir mirov bi hebûna xwe dihise."    Di dawiyê de Leylayê bangî hemû şagirtan kir û wiha got: "Bila hemû şagirtên kurd werin di zanîngehê xwe de bi zimanê dayika xwe bixwînin û bikaribin bibin xwediyê jiyanek wekhev."    'Hêviyê mirovan digihînin serkeftinê'   Şagirta beşa Biyolojî Yasemîn Mislim jî axivî û hêviyên xwe yên sala were anî ziman û wiha pê de çû: "Zanîngeha me bi zimanê dayîkê ye û ev ji bo me hemûyan cihê kêfxweşiyê ye. Îsal di dibistana me de ji ber kêmbûna mamosteyan hinek wane nehatin dayîn. Nimûne me îsal nikaribû waneya erdnîgariyê bibînin, ji ber wê em bi hêvî ne ku di sala pêşiya me de waneyên cuda werin zêdekirin. Zanîngeha azad nîfşên azad diafirîne. Ji bo siberojek azad nifşên azad difikirin û perwerdekirî pêwist in."    'Me salek serkeftî derbas kir'   Hevseroka beşa zanyariyê Sakîne Elî li ser dawîkirina zanîngehê axifî û wiha got: "Zanîngeh di dîroka 13.06.2019'an de  wê bi dawî bibe, bi awayek giştî rewşa xwendekaran di zanîngehê de baş e. Di pergala me de ya girîng sekin, şêwe û exlaq e. Xwendekar dema di jiyanê de serkeftî bin û di aliyê wane û zanistê de xwe pêş bixin, dê ev yek ji bo siberoja wan jî baş be. Em hewil didin kesayetên ku bikaribin bibin pêşengên civakê biafirînin. Ji bo sala pêşiya me jî amedekariyên me hene û daxwazên xwendekaran yê ji bo waneyan jî em hewil didin ku temam bikin û waneyên kêm zêde bikin."