Ji Şaredariya Yenîşehîrê kampanyaya 'Taxa me mala me ye' 2019-05-29 15:45:40   AMED - Şaredariya Yenîşehirê, kampanyaya paqijiyê ya, "Taxa me mala me ye" da destpêkirin.   Şaredariya Yenîşehirê ya Amedê, kampanyaya paqijiyê ya, "Taxa me mala me ye" û "Kuçeya me mala me ye" da destpêkirin. Ji bo kampanyaya ku wê ji taxa Şehîtlikê de dest pê bike wê Hevşaredara Yenîşehirê Belgîn Dîken, alîgirên hevşaredaran, endamên meclisa şaredariyê û Muduriyeta Karên Paqijiyê tevli bibe.