Heyeta Çavdêriya Greva Birçîbûnê: Rêbera tedawiyê pêk bînin 2019-05-29 15:15:09   AMED - Heyeta Çavdêriya Greva Birçîbûnê  banga 'Rêbera tedawiyê pêk bînin, dev ji nêzikbûna ku pêvajoya tedawiyê bi derfetên girtîgehan ve sînor dike, berdin û li gorî hiqûqê tevbigerin ' li rayedaran kir.   Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi armanca bila tecrîda li îmraliyê bê rakirin hat destpêkirin piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe şand di 26'ê Gulanê de hat bidawîkirin. Piştî ku çalakgeran çalakiya xwe bi dawî kir dermankirina wan hat destpêkirin. Li hin girtîgehan girtî ranekirin nexweşxaneyê û yên ku radikin nexweşxaneyê jî bi awayê kelepçekirî tê xwestin ku bên dermankirin.  Li aliyekî din jî hat ragihandin ku ji çalakgerên çalakiya xwe bi dawî kirin re şorbeya bi baharat tê dayîn. Heyeta Çavdêriya Girevên birçîbûnê nêrînên xwe yên  çavdêriya 3 rojan bi daxuyaniyekê parve kirin.     Li ser navê heyetê Bijîjk Şerîf Demîr daxuyanî da û diyar kir ku li gel hişyariyên wan jî li nexweşxane û girtîgehan di asta baş amadekarî nehatine kirin û wiha got: "Ji ber vê yekê agahiyên ku girtiyên dev ji çalakiyê berdan bi awayekî têrker nayên  dermankirin ji me re tên. Bi awayekî dest kelepçekirî dermankirin li girtiyan tê ferzkirin. Rêbera dermankirinê ku hatiye amadekirin li hin girtî û nexweşxaneya beşek tê pêk anîn û li hinek girtîgeh û nexweşxaneyan jî qet pêk nayê. Şerîf Demîr pêkanînên li girtîgeh û nexweşxaneyan bi bîr xist û bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku rayedarên xwe ji bo ku li gorî rêbera dermankirinê ya hatiye amadekirin tevbigerin hişyar bikin û li gorî hiqûqê tev bigerin.    Şerîf piştî daxuyaniya xwe derbarê çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî, Elbistan,  Baybûrt, Gumuşhane, Sêwrek û Erzinganê tên girtin agahî dan. Agahiyên ku hatin parvekirin wiha ne:   Amed   Li derveyî girtîgehan (Amed, Êlih, Mêrdîn û Riha) 18 çalakger li nexweşxaneyên taybet tên dermankirin. Ji 230 çalakageran 21 çalakger anîne Girtîgeha Lêkolîn û Perwerveyê ya Gazî Yaşargîl. Li girtîgehan jî 1 bijîjkekî Kardiyolojî, bijîjkekî Norolojiyê, bijîjkekî derûnînasiyê û diyetîstyen hatine peywirdarkirin. Piştî vekolînên 209 girtiyan hatiye kirin 15 girtiyên din jî sewqî nexweşxaneye hatine kirin. Li gorî encamên dertên hê jî girtî tên sewqkirin. Ji 36 girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê hatine kirin 9 jê tabûrcî bûn.   Xerpêt    Li gel daxwaznameyên hatine dayîn jî li Xarpêtê girtiyên jin hê jî sewqî nexweşxaneyan nehatine kirin. Girtiyên bi navê Serkan Eren, Ahmet Tekîn û Yasîn Gungor ku ji 26'ê kanûna 2018'an ve di greve de bûn sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Lê li gel ku ev girtî xwîn vereşiyane jî careke din şandine girtîgehê. Dermankirina girtiyên din li girtîgehê tê kirin. Li Girtîgeha Xarpêtê 3 bijîjkên dahiliyê û 2 diyetîsyen hatine peywirdarkirin. Cengaver li gel 163 rojan di grevê de maye mînaka xwînê jê nehatiye girtin û sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.   Meletî -Elbîstan   Li Elbistanê 24 çalakgerên greva birçîbûnê hene. Li Meletî ji 15 çalakgerên greva birçîbûnê hene. 3 çalakgeran di 5'ê Çileyê de dest bi grevê kiriye. Hemû çalakger birine nexweşxaneyê û paşê careke din şandine girtîgehê.   Bayburt - Gumuşhane   Li Baybûrtê 18 girtiyên jin û li Gumuşhaneyê jî 5 girtiyên mêr ketibûn greva birçîbûnê. Sewqî nexweşxaneyan hatine kirin. Tehlîla xwînê ya girtiyên jin hatiye kirin.    Sêwrek   Di 26'ê Gulanê de bi koma yekemîn a greva birçîbûnê re hevdîtin hat kirin. Dema serdanê hat hînbûn ku bijîjk ji bo muayeneyê hatiye girtîgehê. Piştî hevdîtin 3 girtiyên jin û 12 girtiyên mêr sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Girtiyê bi navê Sûnay Yaman dema xwîn girtinê ji sedyeyê ketiye, pozê wî şikiyaye û nava biriyên wî çiriyaye. Girtî bi awayekî kelepçekirî hatine tedawîkirin.   Erzîngan   Di 26 û 27'ê Gulanê de bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin hatiye kirin û piştî hevdîtinê 15 çalakger sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û paşê careke din şandine girtîgehê.    Herî dawî Şerîf qala çalakgerên ku li derveyî zindanan çalakiya xwe didomandin jî kir û diyar kir ku 18 çalakger li nexweşxaneyên taybet ên Amedê tên dermankirin û tê plankirin ku çalakgerên ku di bin 100 rojî de di çalakiyê de mane îro ji nexweşxaneyan bên derxistin û dermankirina wan çalakgerên di ser 100 rojî de jî bê domandin.