Nalîn û Mecid xelata wênesaziyê girtin 2019-05-29 14:57:33   HESEKÊ - Di pêşengeha wêneyan de du ciwanên jîr yên wêneyên wan hatin hilbijartin xelat girtin.   Li  avahiya Rêxistina Xeyala ya taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê pêşengeha wêneyan hat vekirin. Di pêşengehê de wêneyên ku sîmgeyên aştî û wekheviya gelan nîşan didan hebûn. Pêşengeh bi nepoxên rengo rengo hat xemilandin. Wênesaz, mamoste, xwendekar û welatiyên Hesekê beşdarî pêşangehê bûn û bi destê Endama Rêveberiya çand û hunerê ya Hesekê Şîlan Haşim qordele hat birîn.    ‘Bi wêneyan sîngeyên aştiyê’   Mudura pirojeya parastina civakê ya Rêxistinê Xeyal Evîndar Şêxî di derbarê pêşengehê de hin nirxandin kir û wiha got: “Ev pêşengeha ku me çêkir ji bo ku em balê bikşînin ser aramî û aştiyê ye. Me jî xwest em aştiyê bi rêya wêneyan derxînin holê. Ji bo ku gelek kes beşdarî vê pêşengehê bibin me reklam çêkir û gelek kesî navê xwe qeyd kirin û beşdarî pêşbirkê bûn.”   Evîndar da zanîn ku gelek cureyên aştiyê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe gelek cureyên aştiyê hene ew jî ev in; dema kesekî baş û kesekî nebaş bi hev re bileyizin tê wateya aştiyê, dema malek Mesîhê tenê di nav taxa Misilmanan de bijî aştî ye û dema kesekî misilman here kenîsê aştî ye û...hwd. Aştî têgehek giranbiha ye. Loma em her diparêzin.”   Di dawiya pêşengehê de du ciwanên jîr yên wêneyên wan hatin hilbijartin xelat girtin. Navê du ciwanên xelat girtin Nalîn Esed û Mecid Hemada ku wêne bi destên xwe xêzkiribûn ji aliyê Rêveberiya çand û hunerê ya bajarê Hesekê Şîlan Haşim ve hatin xelatkirin.