Bijîşk Fîlîz Unal: Di rojên ewil de xwe ji şekir û berhemên bi rûn bi parêzin 2019-05-29 12:24:19   ENQERE - Bijîjşka ATO'yê  Fîlîz Unal, diyar kir ku divê çalakger di rojên ewil de li parêza xwe baldar bin, di wan rojan de, xurekên wekî şekirê çayê, lokum, hingiv, reçel, çîkolata, tahîn û dimsê nexwin.    Piştî ku çalakiya greva birçîbûnê bidawî bû û şûnde li dijî çalakgeran gelek binpêkirinên mafan pêk hatin. Li hin girtîgehan çalakger sewkî nexweşxaneyê nehatin kirin û hingirtiyên ku hatin sewk kirin jî bêyî ku li nexweşxaneyê bên razandin piştî mînakên xwînê ji wan hatin girtin dîsa şandin girtîeghan.  Hat diyarkirin ku girtî di warê xwarina destpêkê de jî pirsgirêkan dijîn. Endama Komîsyona Mafên Mirovan Fîlîz Unsal, derbarê bernameya parêza ku divê ji bo girtiyan bê kirin de agahî dan.   'Me rewşa 27 girtiyan ji nêz ve şopand'   Fîz diyar kir ku wan rewşa 27 girtiyên di Girtîgeha Sîncanê de ji nêz ve şopandine û got ku piştî çalakî bi dawî bûye wan pisparên dahîlyeyê şandine kontorlê ji bo ku tişta pêwist bê kirin. Fîlîz diyar kir ku li gorî testên hatine kirin fonksyona gurçik û kezebê ya girtiyan baş e. Fîlîz diyar kir ku ew ê ji bo kontrolê careke din biçin.    Fîlîzê diyar kir ku ji bo parêza destpêkê divê çalakger di rojên ewil de li parêza xwe baldar bin, di wan rojan de, xurekên wekî şekirê çayê, lokum, hingiv, reçel, çîkolata, tahîn û dimsê nexwin.