Ji bo jinên girtî yên li Girtîgeha Mêrdînê cezayê hevdîtinê hat dayin 2019-05-29 12:09:54   MÊRDÎN - Piştî daxuayniyên grevên birçîbûnê xizmên girtiyan ên ku çên Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê hevdîtin pêk neanîn. Malbatan ragihandin ku mehek cezayê hevdîtinê ji bo girtiyên jin hatiye dayin.    Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi daxuyaniyê hatibû bidawîkirin. Piştî ku grev bi dawî bû girtî sewqî nexweşxaneyê hatibûn kirin. Hat diyarkirin ku mehek cezayê hevdîtinê ji bo girtiyên jin hatiye dayin.    Ji heyeta şopandinê ya ji bo grevên birçîbûnê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Tuma Çelik çû girtîgehê û bi mudur hevdîtin pêk anî. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ji roja yekşemê heta niha 4 jê jin 8 girtî birine nexweşxaneyê û bêyî ku karê wan ên razandinê bê kirin ew dîsa anîne girtîgehê. Her wiha malbatan diyar kirin ku moralê girtiyan baş bû.    Li agahiyên malbatên ku çûn girtîgehê do ji bo hinek  jinên girtî mehek cezayê hevdîtinê hatiye dayin. Hinceta cezayê hevdîtinê nehat hînbûn.