Narîn Gezgor: Li dijî îstîsmara zayendî netirsin û serî rakin 2019-05-29 09:05:09   AMED - Ji Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor li ser îstîsmara zayendî ya ku li Mêrdîn û Serêkaniyê derket holê nirxandin kir: “Şîdeta li hemberî jinê tê meşrûkirin. Divê jin netirsin û serî rakin, ji ber ku tirs dê êrîşên bi wî rengî xûrttir bike.”   Her ku diçê îstîsmara zayendî ya li hemberî jin û zarokan zêdetir dibe. Li Mêrdînê hat îdiakirin ku jinên dixwestin li şaredariyê bixebidin, ji hêla polîsê bi navê E. U. yê ku ji aliyê qayum ve bû midûrê şîrketa A.V. a ku girêdayî şaredariyê bû, rastî îstîsmara zayendî hatin. Her wiha li Serêkaniya Rihayê jî zaroka 14 salî di 9 saliya xwe de heta îro bi îstîsmara zayendî re rû bi rû ma. Di her du bûyeran de sûcdar serbest hatin berdan.    Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor ku bi doza li Mêrdîn û Serêkaniyê re mijûl dibe wiha got: “Ji ber tehdîtan mexdûran giliyê xwe paşve kêşandin. Lê em dev ji van dozan bernadin. Em dibêjin tirs êrîşan xûrt dike. Divê bê tirs xwedî li mafê xwe derkevin.”   ‘Mirovên nêzî xwe girtin ser kar’   Narîn Gezgor di axaftina xwe de bal kişand ser bûyera ku li Mêrdinê derket holê û wiha got: “Bûyera îstîsmara zayendî ya ku li Mêrdînê qewimiye rewşa pergala Tirkiyeyê aşkere dike. Bi hatina qayum re karkerên şaredariyê tev hatin îxrackirin û mirovên nêzî hikûmetê li şaredariyê hatin peywirdarkirin.”   ‘Li hemberî karkerên jin zext zêdetir bûn’    Narîn, bal kişand ser êrîşa li hemberî karkeran û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Polîsê bi navê E. U. ji aliyê qayum ve bû midûrê şîrketa A.V. a ku girêdayî şaredariyê ye. Jina ku dixwest kar bigire bi polîsê E.U. re hevdîtin pêk anî. Lê jinên ku serlêdana kar dikirinin ji aliyê E.U. ve rastî gef û tacîzan hatin. Bi sozên ku dê êdî li cihên baştir bixebitin. Lê tûşî fuhuşê dihatin kirin. Bi KHK’ê re li hemberî karkerên jin zext zêdetir bûn.”   ‘Ji ber gefan giliyê xwe paşve kişand’   Narîn, da zanîn ku jina bi îstîsmarê re rû bi rû ma ji ber gefan paşve gav avêt û wiha axivî: “Jina ku bi îstîsmara zayendî re rû bi rû ma bi veşartî qeyda deng girt û qirêjiyên wan eşkere kir. Wê gilî kir. Lê mixabin rastî gefên girantir hat û giliyê xwe paşve kêşand. Ji ber ku dizane dewlet dê piştgiriyê bide polîs."   ‘Sûcdar bê ceza ma’   Narîn, diyar kir ku Komeleya Rosa yê ji bo xwedî li mafê hevalên jin derkevin û piştgiriyê bidin berê xwe dabûn Mêrdinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo cesaretê bidin hevala xwe em çûn Mêrdînê. Lê mixabin hevala jin ji aliye polîs û piştgirên polîsan ve rastî gefan hatibû. Wê pişre paşve gav avêt û sûcdar di vê bûyerê de bê ceza ma.”   ‘Bi hicetên absurt bê ceza man’    Narîn, daxuyand ku her ku diçê bûyerên tacîz û tecawîzê zêdetir dibin û wiha axivî: “Bê guman ev polîtîkaya dewletê li dijî çanda kurdan tê kirin. Bi êrîşên fîzikî bedena jinê hedef tê nîşandan û tê dagirkirin. Piştî Mêrdînê me berê xwe da Serêkaniyê. Li vir jî bûyerek bi vî rengî hebû. Zaroka 14 salî di 9 saliya xwe de bi îstîsmarê re rû bi rû maye û heta îro jî heman tişt jiyaye. 7 mêrên temenê wan di navbera 30 - 60 salî de zarok  îstîsmar kirin. Zarokê bûyer vegot, lê mixabin sûcdar cardin bê ceza man. Mêr bi hincetên absurt serbest hatin berdan.”   ‘Netirsin û serî rakin’    Narîn herî dawiyê diyar kir ku wekî Komeleya Rosayê dê jinan bi tenê nehêlin û wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku tu jin li hember van bûyeran serî netewîne û li ber xwe bide. Tirs êrîşên bi vî rengî xurttir dike. Netirsin û serî rakin."