'Berxwedan jiyan e û berxwedan her tim berdewam e' 2019-05-29 09:01:23   Tulîn Muhemed   ŞEHBA - Endama Koordînasiyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman bal kişand bi dawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha got: "Berxwedana zîndanan ya ku bi Mezlûm Dogan hatibûn dest pê kirin bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyane” bêhtir bi hêz bû û belavbû. Em jî dê berxwedana xwe bidomînin."    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina 22'ê gulanê ya li Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parêzeran diyar kir ku muwekilê wan Abdullah Ocalan hevî dike ku çalakgerên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe bînin. Piştî parêzerên Abdullah Ocalan peyama Abdullah Ocalan parve kirin, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û piştre jî li ser navê girtiyan Denîz Kaya pêyam da. Piştî peyaman bi hezaran çalakgerên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de bûn dawî li çalakiya xwe anîn. Têkildarî vê mijarê berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman nêrînên xwe anî ziman.    Hêvî Silêman, di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha axivî: "Em efrînî her tim di nav çalakiyan de bûn, ji bo tecrîda giran li ser Serok Apo were rakirin. Bi çalakiyên xwe me jî rolek lîst û piştgirî da berxwedêrên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, heta ku em gihaştin armanca xwe."   'Berxwedan Jiyane'   Hêvî balkişand li ser tecrîdê û wiha got: "Dewleta Tirk xwest bi rêya tecrîdê Rêber Abdullah Ocalan ji gel qut bike û fikrê wî ji holê rake, lê gelê bi xwedî îrade û vîn baweriya xwe bi tecrîdê nekirin û xwedî li fikir û felsefeya Serok Apo derketin û tu carî dev ji berxwedana xwe bernedan."   Hêvî diyar kir ku saziyên xwedî li maf û mirovan li hemberî tecrîdê bêdeng man û wiha dom kir: "Ji ber bêdengiya saziyên maf û mirovan Leyla Guven di 8'ê mijdarê sala 2018’ an de dest bi greva bircîbûnê kir. Piştre nêzî 7 hezar girtî û bi sedan kes jî derveyî zîndanê dest bi grevê kirin. Berxwedana zîndanan ya ku bi Mezlûm Dogan hatibûn dest pê kirin bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyane” bêhtir bi hêz bû û belavbû."   'Bi berxwedanê tecrîd hat şikandin'   Hêvî di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser îşkenceya ku li ser çalakvanên greva bircîbûnê tê kirin û wiha nêrînên xwe par vekir: "Piştî 7 mehan ji berxwedana li girtîgehan, şandeyek ji Ewropayê hat li girtîgehan lêkolîn kir. Rastiya dewletê ya li girtîgehan xwestin bi çavên xwe bibînin. Bi vîna gel û berxwedanê em gihaştin armanca xwe û her wiha bi berxwedana berxwedêrên li girtîgehan tecrîd hat şikandin."   'Gel dê xwedî li Projeya Demokratîk derdikeve'   Hêvî destnîşan kir ku di sala 2013'an de xetek hatibûn nîşandan û wiha berdewam kir: "Rêber Abdullah Ocalan, xeta azadiya Netewa Demokratîk di sala 2013’an de nîşan dabû. Îro wê xeta bi berxwedaniya gel berdewam bike. Gel xwedî li projeya Demokratîk derdikeve. Girtiyan piştî peyama parêzeran bi daxuyaniyekê bal kişandin ser berxwedana xwe û wiha gotibûn 'Em ê çalakiya greva bircîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bikin, lê berxwedana me dê berdewam bike heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe'. Ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya hemû gelan e."   'Armanca me ya sereke azadî ye'   Hêvî wiha dawî li axaftina xwe anî û wiha got: ”Em ê bi azadiya Serok Apo rizgarkirina Efrînê misoger bikin. Ji ber vê yekê banga me li hemû gelên ku di Kantona Şehbayê de dijîn û berxwedana xwe berdewam bikin, raste tecrîd hat şikandin lê armanca me ya sereke azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.”