ROJEVA 29'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-29 09:00:00   *Endama Koordînasiyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman bal kişand bi dawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha got: "Berxwedana zîndanan ya ku bi Mezlûm Dogan hatibûn dest pê kirin bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyane” bêhtir bi hêz bû û belavbû. Em jî dê berxwedana xwe bidomînin."  DÎMEN HEYE   *Wênesaz Şêrîn Xelef ya ku ji zaroktiya xwe ji wênesaziyê hez dikir hemû êş û xemên xwe ji pênûs û lênûsa xwe re parve dikir. DÎMEN HEYE   *i Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Guzgur li ser îstîsmara zayendî ya ku li Mêrdîn û Serêkaniyê derket holê nirxandin kir: “Şîdeta li hemberî jinê tê meşrûkirin. Divê jin netirsin û serî rakin, ji ber ku tirs dê êrîşên bi wî rengî xûrttir bike.” DÎMEN HEYE   *Li Qoserê piştî saziyên çandê hatin girtin şûnde hîndekarên muzîkê hatin cem hev û Mala Muzîkê ya Tûrik vekirin. Mamoste Saîma Aburşu hedefên mala muzîkê wiha vegotin: “Em hewl didin di qada çand û hunerê de vir mezin bikin. Em hewl didin bi qursên vedikin xwe bigihînin xwendekaran.” DÎMEN HEYE   *Rojnameger Kîbriye Evren ku 162 rojan di greva birçîbûnê de ma, bi kelepçeyê birin nexweşxanê û bi vî awayî derman dikin. Malbata Kîbriyeyê ku çû hevdîtina wê, diyar kirin ku ew bi zarokên xwe yên ev berxwedan birine serkeftinê, serbilind in. BI DÎMEN   *Berdevka Dîwana Meclîsa Jinan a DTSO Nurten Muhsînoglu, da zanîn ku wan di feraseta rêveberiyê de gelek tişt guhertine û wiha got: “Em bi xebatên xwe mînakin. Ev tiştên me pêk anîne wê di pêşerojê de jî belav bibin.” BI DÎMEN   *Şule Çet di 29’ê Gulana 2018’an de li Enqereyê hat qetilkirin. Wek her dozên kuştinên jinan, daraza mêr ne gumanbar jinên hatin qetilkirin û bedena wan darizand. BI DÎMEN