Xarina ku bikaribin bixwin nadin girtiyan, dan û stendina li kantînê jî qedexe ye 2019-05-28 13:56:02   ENQERE - Li Girîgeha Jinan a Sîncanê girtiyên ku dawî li çalakiya xwe anîne hîna sewkî nexweşxaneyê nehatine kirin, li girtîgehê jî xwarina ku gitî bikaribin bixwin nayê dayîn û dan û stendina li kantînê jî li girtiyan hatiye qedexekirin.   Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi rêya parêzerên xwe şand, girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de dawî li çalakiya xwe anîn. Girtiyên ku dawî li çalakiya xwe anîn niha bi pêkanînên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan re rûbirû dimînin.  Li  Girîgeha Jinan a Sîncanê jî jin bi pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê re rûbirû dimînin. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji jinên ku ji 26'ê Kanûnê de di greva birçîbûnê de ne  Suheyla Taş, Sariye Takesen, Zelîha Ustabaşi, û Yelîz Karakaya ku dawî li çalakiya xwe anîn li nexweşxaneya kampusa girtîgehê mudaxele li wan hat kirin û sewkî nexweşxaneyê nehatin kirin. Piştî koma yekemîn a çalakgeran gitiyên din ku tevli çalakiyê bûn jî duh piştî ku parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir hat diyarkirin ku li kampusê tahlîlên wan ên xwîn û mîzê hatin kirin.   'Pêdivî bi nexweşxaneyê tune ye'   Saadet Akin a ku ji 1'ê Adarê de di grevê de bû û bi malbata xwe re hevdîtin kir jî diyar kir ku wan dema çalakiya xwe bi dawî kirine rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye "Pêdivî bi nexweşxwaneyê tune ye û hûn ne nexweş in." Herwiah saadet diyar kir ku piştî parlamenter Meral Daniş Beştaş bi rêveberiya girtîgehê re axiviye tahlîlên wan hatine kirin û piştre jî ew şandine qawîşên wan.  Saadet anî ziman ku pitî wan çalakiya xwe bi dawî kiriye li girtîgehê xwarina ku bikaribin bixwin ji wan re nehatiye dayîn û tenê bi mast û dew îdare dikin. Herwiha Saadetê aniye ziman ku dan û stendina li kantînê jî li wan hatiye qetexekirin.