Li Kalkandereyê girtiyan greva birçîbûnê duh bi dawî kir 2019-05-28 13:17:59   AMED - Li Girgîteha Tîpa L a Kalkandereyê, ji ber ku radyoyên wan hatibûn desteserkirin û rojnameyan nadin wan 80 çalakgerên greva birçîbûnê, çalakiya xwe di 27'ê gulanê de bi dawî kirin.    Li ser peyama ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe ragihandibû û li ser navê girtiyan daxuyanî hatibû dayîn, bi hezaran girtiyan çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî kiribûn, lê derket holê ku li Girgîteha Tîpa L a Kalkandereyê rewşeke cuda çêbûye. Ji ber radyoyên wan hatine desteserkirin û rojnameyan nadin wan 80 çalakgerên greva birçîbûnê, li şûna 26'ê gulanê di 27'ê gulanê de çalakiya xwe bi dawî kirine. Hat ragihandin ku parêzer duh çûne girtîgehê, geşedan û daxuyaniyê hatibûn dayîn ji çalakgeran re ragihandine û li ser vê yekê çalakgeran çalakiya xwe bi dawî kiriye.   Sewkê nexweşxaneyê nehatin kirin    Girtiyan ragihand ku rêveberiya girtîgehê ji wan re ragihandiye ku çalakiya greva birçîbûnê hatiye bidawîkirin lê ji ber ku fikirîne rêveberî wan dixapîne, çalakiya xwe domandine. Çalakgerên ku duh çalakiya xwe bi dawî kirin hê jî sewqî nexweşxaneyan nehatine kirin.