Zanîngeha Rojava: Serkeftin ya kesên bedena xwe ji mirinê re razandin e. 2019-05-28 12:12:32   QAMIŞLO - Fakulteya Zanyariyê ya Zanîngeha Rojava derbarê hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan re û çalakvanên greva birçîbûnê ku gihîştîn armanca xwe de daxuyanî da.    Bi berxwedana greva birçîbûnê ku di pêşengya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de ku 200 rojî berdewam kir, Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat rakirin û berxwedan bi ser ket.  Fakulteya Zanyariyê ya  Zanîngeha Rojava jî bo balê bikişîne ser berxwedana ku hat dayîn daxuyaniyek li Kantona Qamişloyê da.   Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Fakûlteya Zaniyariyê Yasmîn Husên ve hate xwendin û wiha hat gotin: " Berxwedanê bi ser ket. Dengê berxwedanê bû qêrîn, gîhat hezaran û milyonan. Di serî de em berxwedana Leyla Guven û bi giştî hevalên ku di zindana bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku piştevaniya berxwedanê kirin,silav dikin. Bi berxwedana ku  Leyla Guven jê re pêşengtî kir, di dîrokê de careke din hate diyarkirin ku gotina dawiyê ya berxwedan e. Cîhan bi giştî bû şahid ku tecrîd şûcê mirovahiyê ye. Li hemberî şûcê mirovahiyê berxwedana ku hat meşandin dîrokî ye.   Serkefitin bi berxwedanê gengaz e   Bi rihê 14 Tîrmehê mirovahiyê careke din şahidî ji berxwedaneke dem dirêj re kir. Destpêkê Gelê Kurd û piştre jî  hemû kesên demokrasîxwaz û raya navneteweyî  careke din dîtin ku serkeftin bi berxwedanê gengaz e. Li hember rêjîma faşîst berxwedana ku hatiye meşandin, ji pirsgirêkên Gelê Kurd û pirsgirêkên dewleta tirk yên demokratîk bûnê re rê vekiriye. Ji bo çareseriya wan rê vekiriye.   Rihê 14'ê Tîrmehê dane jiyîn    Berxwedana bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkir li girtîgehan, derve cihên wekî Mexmûr, Hewlêr, Silêmanî, li  dervê welêt û li Ewropa yê hat meşandin Careke din rihê 14 Tîrmehê û çanda wê dane jiyîn. Serkeftin ya kesên ku bedena xwe ji mirinê re razandine û ya Dayikên Laçik sipî ye. Rola jinên kurd a pêşeng careke din mohra xwe li dîrokê da.a     Bi hêza berxwedana serkeftî em ê agirê têkoşîna xwe geştir bikin û bi wan mînakan heta tecrîdên girtîgehan tên şikandin em ê berxwedana xwe bidomînin. Jin jiyan e û bi vê rastiyê em ê jiyanê heta dawiyê bihûnîn."   Daxuyanî bi dirûşma' Jin Jiyan azadî' bi dawî bû.