'Dewleta Tirk îslam li gorî berjewendî û desthilata xwe analîz kiriye' 2019-05-28 09:14:53   Ronîda Hacî/Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Rêvebera Saziya Olî Gulnaz Mihemed Osman êrîşên Dewleta Tirk li Efrînê nirxandin. Gulnazê teqez kir ku dê gunehên zarokan, jin û ciwanên Efrînê vala neçe û dewleta tirk dê bedela wê bide."   Dewleta Tirk zêdetirî salek û 2 mehan e li dijî gelê Efrînê hemû rengên îşkenceyê pêk tîne. Ji xwezaya Efrînê bigre heta qirkirina mirovan û guhertina demgrafiya herêmê jî pêk aniye û dewam dike. Li Hember cotkarên Efrînê pere û rêjiyeke mezin ji genim û zeyîtûnan dixwaze. Derbarê vê mijarê de Rêveberiya Saziya Olî a Navçeya Til Temir Gulnaz Mihemed Osman axivî.   'Dewleta tirk îslam li gorî berjewendî û desthilata xwe analîz kiriye'    Gulnazê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha pê de çû: "Erdogan û komên girêdayî xwe têgeha îslamê ya rast berovajî kirine û bi civaka xwe dane qebûlkirin. Îslamê tenê li gorî berjewendî û desthilata xwe ya li dijî gelê herêmê, bi kar tîne. Xala herî qels a bi mirovan re ol e."   'Kesê misliman mirovan qetil nakin û xaka kesî dagir nekin'   Gulnazê got divê kesên misliman kuştin,qetîlkirin û tiştê ne exlaqî neke û wiha pêl da axaftina xwe: "Kesên misliman divê deriyê xêran li mirovan negre, darên ku mirov jê sûdê werdigrin nebire, divê gotinên xerab li hember kesan neyên bikaranîn. Efrînî li ser xaka xwe bûn û jiyana xwe aram dewam dikirin. Erdogan te çi ji wan dixwest?"    'Erdogna û DAÎŞ'ê Îslam ji bo xwe bi kar anîne'   Gulnazê kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta tirk tîne ber hev û vê yekê dibêje:"Dewleta tirk ji DAÎŞ ne dûre, ji ber DAÎŞ jî wekî Erdogan e û navê îslamê reş dikin. Hemî çewtiyên xwe di bin navê Îslamê de li ser jinan pêk tînin.  Em jî wekî Îslama Demoqratîk hewl didin îslamê veguherînin cewhera wê."   'Yekitiya xwe ava bikin'    Gulnazê bang li gelê herêmê kir ku yekîtiya xwe avabikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê her kes wateya îslamê baş fêm bike taybet tirkiyê. Yekîtiya xwe ava bikin rê li ber hilweşîna civakê bigrin û kesên misliman bila Îslamê rast bijîn."