Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê: Faîlên îstîsmara zayendî tên parastin 2019-05-28 09:13:12   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê Guler Tunç bûyerên êrîşa zayendî yên li dijî zarokan ku roj bi roj zêde dibin nirxand û anî ziman ku bi taybetî jî li herêma Botanê ev bûyer zêde bûne û wiha got: “Bi polîtîqayên bêcezahiştinê gûmanbar nayên cezakirin tên parastin.”   Li Herêma me û li Tirkiyeyê li dijî zarokan bûyerên êrîşa zayendî her ku diçe zêde dibin. Polîtîqayên bêceza her roj li dijî jin û zarokan dibin sedema sûcên nû.  Bi taybetî jî bûyerên êrîşa zayendî li herema Botanê zêde bûne. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê Guler Tunç êrşên zayendî yên li dijî zarokan  nirxand.   ‘Em dixwazin ku ew kes bên cezakirin’   Guler, anî ziman ku piştî qayûm tayînî  şaredariyên DBP’ê hatine kirin li herema Botanê tiryak, êrîşên zayendî û fihûş zêde bûye û wiha got: “Her wiha ji aliyê alîgirên dewletê ve zarokên me bi êrîşa zayendî re dimînin. Wekî ku tê zanîn beriya du hefteyan li dibistaneke Cizîrê alîgirê midûr peyamên zayendî ji xwendekaran re şandibûn. Qeymeqam û Midûriyeta Perwerdehiya Mîlî ya Cizîrê ji hêla hiqûqê ve tu gav neavêtin. Midûriyeta Perwerdehiya Mîlî ya Cizîrê bi tenê ew kes ji karê wî dur xistiye. Lê ev têrê nake, em dixwazin ku ew kes bê girtin û ceza lê bê birîn. Ji ber ku dewlet îro li hember van bûyerên êrîşa zayendî bêdeng dimîne û tu tiştî nake.    Dewleta tirk, bloga faşist a AKP-MHP’ê jî bi polîtîkayên ku pêve dixin dibêjin me qebûl kiriye, hûn dikarin wê zêdetir bikin. Dewlet îro piştgiriyê dide tecawizkaran. Wezîra AKP'yî ya Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu got 'bi carekê tu tişt nabe' dîsa bi qanûnên ku xwestin di meclisê re derbas bikin xwestin  ku kesên bi êrîşa zayendî re rûbirû mane dikare bi wî kesê re bên zewicandin. Em vî tiştê qebûl nakin û em li pey zarokên xwe ne.”   ‘Bi polîtîkayên bêcezahiştinê gûmanbar tên parastin’   Guler, di berdewamiya axaftina xwe de got ku li Cizîrê li dibistanekê bûyera êrîşa zayendî ya ku hatibû jiyîn hîn di rojevê de bû li taxa Nur ê zarokekî 7 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû hat hiştin û wiha domand: “Bi tayînkirina qayiman re bûyerên êrîşa zayendî gelek zêde bûn. Mînaka wê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye. Li Şaredariya Mêrdînê polîsekî kesên ku ji bo xebatê serlêdan kirin xwestiye ku wan bike tora fuhuşê. Lê piştî ku dengê hat qeytkirin derket holê me dît ku qayûm xebatên çiqas qirêj dike. îro ji ber qirêjî û êrîşên dewletê zarokên me bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin. Li Cizîrê ev bûyer gelek zêde dibin. Lê em ê heta dawî li dijî vê têkoşînê bidin. Bi polîtîqayên bêcezahiştinê ve gûmanbar ceza nagirin û tên parastin.”   ‘Îktîdar êrîşên zayendî meşrû dike’   Guler, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku dewlet hevkarê bûyerên êrîşa zayendî û fihûşê ye û wiha domand: “Dewket bi polîtîkayên ku pêve dibe dibe hevkarê vî sûcî. Bingeha van bûyeran ji îktîdara AKP’ê dertê holê. Îktîdara AKP’ê berê xwe daye jinan û êrîşî jian dike. Dixwazin bi van êrîşan jinan tune bikin, bikûjin. Ji ber ku jin jiyanê ava dike. Lê îktîdara AKP’ê dixwaze jiyana ku tê avakirin tune bike. Îro her çiqas êrîş li dijî jinan hebe jî jin tim bedena xwe diparêze. Kesên ku îro êrîşa zayendî, tacîz û tecawizê dikin bi hêza îktîdarê dikin. Divê kesên ku  îro van sûcan dikin bên darizandin. Îktîdar êrîşên zayendî meşrû dike. Ger ku meşru nekira dê ev tişt neqewimiya. Sedema van hemû tiştan îktîdara AKP’ê ye. îktîdar dema bixwaze dikare gelek hêsan pêşiya van êrîşan bigire. Sedema zêde bûna îstîsmar û fihûşê li Botanê kurdbûna gelê botanê ye.”   ‘Em ê dengê xwe bilind bikin’   Guler, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em wek HDP û Meclîsa Jinên Botanê  ji bo pêşiya van bûyeran bigirin, em xebatên cur bi cur dikin. Her wiha em ê dev ji bûyerên Şaredariya Mêrdînê ku xestine jinên ciwan bikin tora fuhûşê û êrşa zayendî li dibistanê ku li dijî zarokên 7 salî hatiye kirin bernedin. Em ê dev ji van dozan bernadin heta ku sûcdar bên cezakirin. Em ê dengê xwe bilind bikin û van êrîşan qebûl nakin.”