‘Daraz peyama ‘li dijî şîdetê ranebe’ dide’ 2019-05-28 09:11:13   WAN - Yekemîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê ji bo Nevîn Yildirim ya ku li dijî mêrê ew îstîsmar kir parastina cewherî pêk anî û kuşt, cezayê muebetê birî. Aktîvîsta serbixwe Songul Ozunver der barê mijarê de axivî û wiha got: “ Darazê di biryara Nevînê de peyama ‘ji qedera xwe re razî be, li dijî şîdetê ranebe’ daye.”   Nevîn Yildirim li hemberî Nurettîn Gîder yê li hember wê êrîşa zayendî ya sîstematîk pêk anî, parastina cewherî pêk anî. Nevin a ku parastina xwe kir bi daxwaza cezayê muebetê dihat darizandin. Di dozê de Yekemîn Daîrya Cezaya Dadgeriyê, cezayê muebetê ya Dadgeha Cezaya Giran daye erê kir. Jinên bertek nîşanê biryarê dan, li gelek bajarên Tirkiyeyê daketin kolanan û biryarê protesto dikin.   Aktîvîsta serbixwe Songul Ozunver, bertek nîşanê biryara dadgeriyê da û wiha got: “Edalet di mijara şîdetê de jin û mêr ji hev cuda digirin. Li hember heman sûcî dema mêr bi cil û bergên tîm û bi kravat bên pêşberî heyetê, ji rewşa baş cezayê wan tê xistin, lê dema jin bin ji vî mafî sûdê nagirin.”   ‘Dixwazin şîdetê veşêrin’   Songulê daxuyakirin ku şîdeta li hember jinan û îstîsmarkirina zarokan roj bi roj zêde dibe û desthilatdariyê bi rojeva hilbijartinê hewl dide şîdetê bê veşartin û wiha axivî: “Li dijî şîdetê daraz jî bêhestiyar tevdigere. Darazê di biryara Nevînê de ev peyam daye ‘ji qeredera xwe razî be, li dijî şîdetê serî hilnede’. Ev biryar hewl dide ku jinên wek Nevînê bê cesaret bihêle.”   ‘Malbatê pîroz dikin û îstîsmarê vedişêrin’   Songulê di berdewamiyê de bi lêv kir ku mêr li her derê dikarin guleyan bibarînin, bi 52 darbeyan kêran jinê bikûje û wiha got: “Dibêjin qet nebe em ê ceza negirin. Ji ber ‘saziya malbatê pîroz tê dîtin û îstîsmar tê veşartin’ gumanbar vî sûcî berdewam dikin. Ji ber vê jin her roj rastî şîdetê tên. Biryara ji bo Nevînê hatiye dayîn nîşaneya edaleta mêr e.” Her wiha Songulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku parastina cewherî ya Nevînê li dijî şîdetê pêk aniye cesaret daye jinan û got bila jin tu car li dijî şîdetê serî netewînin û li her qadê xwe biparêzin.