Gora Medya Çinar hat ziyaretkirin 2019-05-27 15:51:12   MÊRDÎN - Gora Medya Çinar a ku di meha Adarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî hat  ziyaretkirin.    Bi daxwaza ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin çalakiya greva birçîbûnê ya ku 7 meh bûn berdewam dikir piştî daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê bi banga ku hat kirin re hat bidawîkirin. Rakirina girtiyan a nexweşxaneyan berdewam dike, li hin girtîgehan jî bi hinceta ku betlane ye destûr nehatibû dayîn ku girtî bên dermankirin. Di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltuyê Medya Çinar (24) a ku girtî bû li dijî tecrîdê çalakiya protestoyî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîbû.    Medya çinar a ku ji 8 girtiyan yek a ku çalakiya pirotestoyî pêk anîn gora wê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat ziyaretkirin.    Heyet di serî de çû malbata Medyayê ziyaret kir û piştre derbarsî goristanê bû. Li Goristanê Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan nayên jibîrkirin û wê Medya jî neyê jibîrkirin.    Serdana goristanê piştî duayên hatin kirin bi qurnefîlên ku li ser gora Medyayê hatin danîn bi dawî bû.