Ji xizmên girtiyan bertek: Kesekî rehet bikin wê odeyê wê bimire 2019-05-27 14:38:52   WAN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku girtiyên dawî li çalakiyê anîne li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi kirine Odeyên li jêrzemînê û bi van gotinan bertek nîşan dan: "Kesekî rehet bînin bikin van odeyan wê bimire."   Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi rêya parêzerên xwe şand a derbarê greva birçîbûnê û rojiya mirinê de gitiyan dawî li çalakiyên xwe anîn. Duh piştî daxuyaniyê bi hezran girtiyên di grevê de sewkî nexweşxaneyan hatibûn kirin.    Li Wanê jî ji duh de girtiyên di grevê de û di rojiyam irinê de seka wan a nexweşxaneyê berdewam dike.  Ji kesên ku rakirin nexweşxaneyê hat îdaakirin 8 ji wan di odeya ji bo 5 kesan a li jêrzemîna Navenda Tipê ya Dursun Odabaş tên dermankriin.    'Kesê rexet  li vir dimire'   ‘Bavê girtiyê bi navê Şahîn Oncu Ahmet Oncu ku odeya jêrzemînê ya lawê wî lê tê dermankirin dît wiha got: "Ez ji duh de li bendê me ku lawê min bê dermankirin. Lawê min duh anîn. Li Odya ku ji bo girtiyan hatiye veqetandin 6 nivîn li ber hev  hatine danîn. Wekî odeya hucreyê tenê kesek dikare di navberê de biçe bê. Lawê min xwînîbûna mîdeyê derbas kiriye. Nexweş çawa dikare li odeyek wiha bê dermankirin?"    'Şertên dermankirnê sererast bikin'   Ahmet wiha bang li Wezîrê Dadê kir: "Şert û mercên dermankirin rast bikin. Gerk u mirov yekî rehet bike wê odeyê wê bimire."   'Li ser her nivînekê sê gitî tên dermankirin'   Birayê Bariş Kahraman Savaş Kahraman ku biryaê xwe ziyaret kir, diyar kir ku ew çûye girtîgehê bi birayê xwe re hevdîtin kiriye. Biryarê wî duh rakirine nexweşxaneyê û li ser her nivînekê du han jî sê gitî tên dermankirin. Ji ber wê birayê wî bi daxwaza xwe xwestiye ku wî paşve bibin girtîgehê."   i.