Dermankirina girtiyan berdewam dike 2019-05-27 14:03:55   BALIKESÎR - Girtiyên li Kepsut û Burhaniyeyê ku dawî li çalakiya xwe anîn hinek ji wan dermankirina wan qediya, hat diyarkirin ku dermankirina Fîgen Şahîn, Gulîstan Tekîn, Gulten Şakar jî berdewam dike.    Piştî nanag Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiyên di greva birçîbûnê de yên li Girtîgeha Kepsutê ya Balikesîrê ku ji 18'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de bûn Mazlum Cesur, Muhtesîm Ertugrul, Tarkik Alîçî, li gel Mehmet Aşkara di 1'ê Adarê de bi kesên ku di greva birçîbûnê debûn 40 girtî piştî bidawîkirina grevê de bûn sewkî Nexweşxaneya Kepsut ya Dewletê hatin kirin. Girtiyên ku dermankirina waan qediya dîsa şandin girtîgehê.   Girtiyên di Girtîgeha Burhaniyeyê de ku dawî li çalakiyê anîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Burhaniyeyê, piştî ku kontrola  girtiyan a tendirustiyê bi dawî bû carkeke din şandin girtîgehê.    Herewiha hat diyarkirin ku dermankirin Fîgeh Şahîn, Gulîstan  Tekîn, Gulten Şakar jî berdwam dike.