Li Şehbayê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin 2019-05-27 12:51:41   Hesna muhemed   ŞEHBA - Komîteya Piştgiriya Piskolojiyê ji bo zarokên li Şehbayê li navçeya Ehdasê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de ji bo zarokan bernameyên cuda hatin lidarxistin.    Komîteya Piştgiriya Pîskolojî bi alîkariya Meclîsa Malbatên Şehîdan şahiyek ji zarokên şehîdan li hola Navçeya Ehdas li dar xistin, bi beşdarbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Malbetên Zarokan û Meclîsa Malbetên Şehîdan şahî dest pê kir.  Di şahiyê de zarokan bi rêya stranan hestên xwe anîn ziman, her wiha şano ji aliyê Komîteya pîskolojî li ser dibistan hat pêşkêş kirin û zarok lîstîn, têkildarî vê mijarê jin û zarokên tevlî şahiyê bûne nêrînê xwe parve kirin.   Mamosteya zimanê kurdî û endama Komîteya Piştgiriya Pîsgolojî Hêvîn Xelîl bal kişand ser şahiyê û wiha axivî: "Me bi şahiyekê ji zarokên şehîdan re li dar xistiye, ji bo bilindkirina kêyfxweşiya zarokan, ji ber ku xwediyê zarokên şehîdan erkek li ser milê me ye û em tu carî zarokên xwe bi tenê nahêlin."   'Em ê xwedî li zarokan derkevin'   Hêvînê destnişan kir ku kêyxweşiya zarokan girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi şano, stran û leyistokên xwe zarokan kêfxweş bikin, raste bavê zarokan gihêştin asta şahadetê, lê em hemû malbetên zarokan e û em heya dikarin em ê xwedî li xwesteka wan derkevin."   'Em bi şahiyê gelek kêyfxweşîn'   Her wiha keça Ebdo, Narîn Ebdo jî hestên xwe anî ziman û wiha got: "Em zarokên şehîdan li şahîyê amade ne, em pir kêfxweş bûn." Zaroka bi navê Semîre Cimo hêstên xwe wiha anî zimant:  "Em spasiya komîteya piştgiriya piskolojî dikin ku şahiyeke ji me re li darxist."