Girtiyên li Bakirkoyê nayên sewqkirin 2019-05-27 11:41:40   STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê piştî dawî li greva birçîbûnê anîn, sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.   Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawîkirin. Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Parêzeran diyar kir ku têkildarî mijarê bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kirine û wiha gotin: "Midûrê girtîgehê ji me re ragihand ku Binkeya Tenduristiyê a Hejmar 17 a girêdayî Wezareta Tenduristiyê birine girtîgehê û hemû testên pêwîst dikin û ne hewceye ku girtiya sewqê nexweşxaneyê bikin. Lê dîsa jî em israra xwe ya sewqê didomînin."   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li girtîgehan digerin û têkidlarî girtiyan agahî werdigirin.