Sebahat Tuncel û Selma Irmak sewkê nexweşxaneyê kirin 2019-05-27 10:01:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Her wiha li Rihayê jî 6 girtî dûh û îro jî girtiyên din dê sewkê nexweşxaneyê bikin.    Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin bi dawî kirin. Piştî bi dawî bûnê gelek girtî sewkê nexweşxaneyan hatin kirin. Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Selma Irmak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û 18 girtiyên din duh êvarê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê. Parlamenterê HDP'ê ya Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu çû serdana girtiyan.    Omer Farûk, diyar kir ku rewşa Sebahat Tuncel û Selma Irmak baş bû û wiha got: "Min Sebahat û Selma dîtin, rewşa van baş bû û gelek zeîf bûne. Bijîşkan dê girtiyên ku rewşa wan başin dê sewkê polîkîlînika xweyîbûnê bikin."   Girtiyên li Siweregê rakirin nexweşxaneyê   Her wiha li Girtîgeha Siwerega Rihayê 6 girtiyên ku di 5'ê cîlê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn ji bo tedawiyê sewkê Nexweşxaneya Dewletê ya Siweregê hatin kirin. Navên girtiyên ku rakirin nexweşxaneyê; Sunay Yaman, Sozdar Çîçek, Ayten Tikit û Serhat Yilmaz.    Parêzerên endamê Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), diyar kirin ku li Girtîgeha Siweregê 26 girtî di grevê de bû, lê 6 kesên ku rewşa wan krîtîk bû sewkê nexweşxaneyê hatin kirin, dê îro girtiyên din jî ji bo tedawiyê sewk bikin nexweşxaneyê.