'Bi iredaya jina azad dawi li tecrîdê hat' 2019-05-27 09:37:53   HELEB - Bi armanca bidawîbûna tecrîdê şêniyên taxa Şêx Meqsud ya Helebê şahiyek li darxistin û têkbirina tecrîdê pîroz kirin.   Li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Bi armanca bi dawîbûna tecrîdê û çalakiyên grevên birçîbûnê şêniyên Helebê yên  taxa Şêx Meqsud şahiyek li darxistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê sinevîzyon li ser jiyana çalakvanên greva birçîbûnê hat pêşkêş kirin. Her wiha li ser navê Kongreya Star Siham Bilal axivî û wiha got:"Bi rihê jina azad tecrîd şikest. Berxwedana çalakvanan gihîşt armanca xwe. Tiştek ji îradeyê bi hêztir nîne." Herwiha jinên ku tevlî şahiyê bûne nêrînên xwe parve kirin.   'Vîna jina azad tecirida giran li ser Reber Apo rakir'   Necîde Hemû hêstên xwe wiha vegot:" Bi vîna jina azad tecrîda giran li ser Rêber Apo rabû, lê nayê wê wateyê ku çalakiyên me bi dawî bibin, em ê herdem di nav çalakiyan de bin, heta ku Rêber Apo rizgar bibe."   'Xwediyê jiyana azad Rêber Apo ye'   Huriye Mihemed jî bal kişand ser jiyana azad û wiha domand: "Dê çalakiya me herdem hebin. Rêber Apo jiyana azad bi me da naskirin. Em ê herdem xwedî li jiyana azad derkevin û li pey jiyana azad bin. Hêviya me ew e ku em bi Rêberê xwe re azad bijîn."   Piştî axaftinan koma Şehîd Elî ya foklorê derket ser dikê û coşa gel zêde kir. Şahî bi gerandina govendê û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.