Dayikên Enqereyê: Vegotina vê kêfxweşiyê tune ye 2019-05-27 09:09:52   ENQERE - Dayikên li Enqereyê ku piştî grevên birçîbûnê bidawî bûn, wan jî nobeta xwe bi dawî kirin, diyar kirin ku li aliyekî kêfxweşin û li aliyê din jî ji bo 8 kesên jiyana xwe ji dest dane xemgînin û wiha gotin: “Zarokên me rumeta me ne. Em bi zarokên xwe kêfxweşin. Em ê aştî û azadiyê bînin.”   Girtiyên bi armanca rakirina tecrîda li Îmraliyê ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê, piştî daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bidaweî kirin. Dayikên ku 13 rojin li Navenda Giştî ya HDP’ê ya Enqereyê di nobetê de bûn jî piştî bi dawîbûna grevan hestên xwe parvekirin.   Dayika girtiya bi navê Suheyla Taş ku li girtîgeha Sîncanê di koma ewil a grevê de cih girt, Nezahat Taş, bi lêv kir ku zarokên wan zincîrên tecrîdê şikandi ne û wiha pê de çû: “Hezar car şukur ku grev bi dawî bûn. Me tecrîd şikand. Em bi hêvî ne. Em nizanin ku kêfxweşiya xwe çawa bînin ziman. Her hefte zarokên me li ber çavên me dihelin. Îro grevên birçîbûnê bidawî bûn. Tecrîda li ser zarokê me rabû. Ev bi saya dayik û zarokên me yên li girtîgehê pêk hat. Em ji hemû kesên piştgirî da me spas dikin.   ‘Em pir kêfxweşin’   Jina bi navê Nafiye Yîgît jî daxuyakirin ku çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin li cîhanê belav bûye û ev tişt daxuyand: “6 meh bû em ji bo zarokên xwe xemgîn bûn. Me dayikan li kolanan û li ber girtîgehan têkoşîn da. Ev 13 rojin em li Enqereyê ne; navnîşana çareseriyê Enqereye. Em bi hêviya ku wê destê aştiyê dirêj bikin hatin. Em îro cuda kêfxweş bûn. Grev bi dawî bûn. Xwezî 8 canê me jî nemiribana. Wê îro kêfxweşiya me mezintir bûna. Zarokên me bi berxwedanê tecrîd şikand.”   ‘Nameya hat xwentin em hestiyar kirin’    Nafiye Bîtmen jî daxuyakirin ku bidawîbûna grevan re ew gelek kêfxweş bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro kelecanek cuda dijîn. Ev kêfxweşiya me bi gotinan nayê vegotin. Hêvîdarim berdewama vê bê. Hêvîdarim pêvajoyeke din ya wisa zehmetir neyê jiyîn. Em dixwazin her kes azad be. Nameya hat xwendin em hestiyar kirin. Ew pewam ji bo hemû mirovan peyamek baş bû.”   ‘Bi saya 8 canî grev bi dawî bûn’   Nuran Tarlak jî bi lêv kir ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandiye kêfxweşiyek mezin bi wan daye jiyîn û got ji bo bidawîbûna grevan hatine Enqereyê û wiha berdewam kir: “Grev bi nameya ku Abdullah Ocalan şandiye bidawî bû. Em gelek kêfxweşin. Em li aliyekî kêfxweşin, li aliyekî xemgînin. Xwezî 8 zarokên me nemiribana. Grev bi saya wan bidawî bûn.”   ‘Zarokên me rumeta me ne’   Yesura Tufan jî silavên xwe ji Leyla Guven, zarokên xwe yên li girtîgehê û dayikên li kolanan berxwe didin re şand û wiha dawî lê anî: “Ev 13 roje em li kolanan, saziyan û meclîsan hewl didin dengê xwe bidin bihisti. Daxuyaniyek hat. Em çiqas kêfxweş bibin jî me 8 canê xwe winda kir. Xwezî zarokên me nemrana.Zarokên me rumeta me ne. Em niha dermankirina zarokên xwe difikirin. Em ji zarokên xwe bi hêvî ne, wê aştî û azadiyê bînin.”