Dayikên Aştiyê yên li Wanê: Silavên Abdullah Ocalan di dilê me de bû hêvî 2019-05-27 09:02:51   Zeynep Durgut   WAN - Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn dawî li çalakiya xwe anîn. Dayikên Aştiyê yên li Wanê bal kişandin ser pemaya Abdullah Ocalan û wiha got: "Silavên Abdullah Ocalan di dilê me de bû hêvî."    Piştî peyama parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya bi dawîkirina greva birçîbûnê û rojiya mirinê, girtiyan çalakiya xwe bi dawî kirin. Dayikên Aştiyê yên Wanê bi rojane li qadan ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û rojiya mirinê li ber xwe didan. Dayikan tekildarê bi dawîbûna greva birçîbûnê û rojiya mirinê de nêrînên xwe anîn ziman.    Endama Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya, bal kişand ser armanca berxwedanê û wiha got: "Ew ê ji bo pêkanîna aştiyê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bi meha ne bi pêşengiya Leyla Guven berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Ev berxwedan gihaşt armanca xwe. Ev serkeftin serkeftina Zulkuf Gezen û Ayten Beçetan e. Berxwedana dîrokî vîna kurdan nîşanî hemû cîhanê da. Em wekî Dayikên Aştiyê em ê her tim li qadan bîn heta ku aştî pêk bê."   'Bijî berxwedana zindanan'   Hanîfe Kaçak endama Dayikên Aştiyeyê û wiha got: "Ez berxwedana zindanan û berxwedana dayikan pîroz dikim. Me dev ji berxwedanê berneda û em ê tu carî jî dev jê bernedîn. Ev serkeftin serkeftina zarokên me ye. Em dayik heta ku tovên aştiyê li vî welatî neçînîn em ê dev ji têkoşîna xwe bernedîn. Bijî berxwedana zindanan.”    'Ala serkeftinê hat silavkirin'    Yek jî ji endama Dayikên Aştiyê ye Xanê Akdag jî ji bal kişand ser bi dawîkirina grevên birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Em bi silavên Rêber Apo bextewarîn. Silavên wî li dilên her dayikekî de hêvî afirand. Di oxira azadiyê de 7 meh in zarokên me mil bi mil berxwe didan û berxwedana wan bi ala serkeftinê hat silav kirin. Em wekî Dayikên Aşitiyê em ê heta dawiyê bi zarokên xwe re berxwe bidîn.”   'Ev destpêka berxwedanê ye'   Dayika Aştiyê Besê Akdogan ji serkeftina berxwedanê pîroz kir û wiha bilêv kir:“ Em ji dayikên ku berxwedanê re bûn deng spasiyên xwe ji wan re pêşkeş dikîn. Me got em ê bi zarokên xwe re bi ser kevin. Em wekî dayikên kurd me tu car li dijî zilmê serê xwe netewand û em ê tu car ji serî netewînîn. Ev destpêka berxwedanê bû û wê heta dawiyê berxwedana me bidome. Serkeftin ya zarokên me ye.”    'Serkeftina berxwedanê li zarokên me pîroz be'   Kewê İşik jî endama Dayikên Aştiyeyê da zanîn ku ew wekî Dayikên Aştiyê wê heta dawiyê berxwedanê bidomînin û wiha pê de çû: “Em ji berxwedana zarokên xwe bi bawer bûn. Heta roja îro me tu car kolan û taxan terk nekirin. Ji ber ku berxwedaneke dîrokî hebû û tişta ku diket ser milên me ji ew bû ku em vî barî bi dengê xwe sivik bikîn. Dayik û zarok bi hev re li ber xwe dan û gihaştin armanca xwe. Ev peyam ji tariyê re bû ronahî. Em serkeftina berxwedanê li zarokên xwe pîroz dikîn.”   'Ev serkeftina zarokên me ye'   Hediye Koçak jî daxuyand ku ew wekî endama Dayikên Aştiyeyê, li her deran berxwedana xwe bidomînin û wiha got: "Dawiya berxwedanê bû serkeftin. Em dayik ji vê berxwedanê bi hêvî û moral bûn. Di dîrokê de heta niha berxwedana kurdan her tim gihiştiye armanca xwe. Me tu caran bê hêvî dest bi berxwedanê nekiriye. Ev serkeftine serkeftina zarokên me ye.”