ROJEVA 25'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-25 09:00:00   *Gundê Yaylakoy ê girêdayî Karaburun, bi salane serê wê bi RES’an re di belayê de ye, bi biryarnameya serokomariyê wek ‘herêma karesatê’ hat îlankirin. Serokê Konseya Bajar Goncagul Karaagaç bertek nîşanî rewşê da û da zanîn ku ji sedî 60’ê gund ji şîrketên taybet re hatiye kirêkirin. DÎMEN HEYE    *Li Dêrikê ji ber meha Nîsanê bi baranek bandor derbas bû, çandina şitlên sebzeyan mehekê hat taloqkirin û bi germbûna hewayê re jinan berê xwe dan ser erdan. DÎMEN HEYE    * Jinên li dijî modernîteya kapîtalîst nanê xwe bixwe çêdikin, li ser tenûrê tên cem hev, hem kevneşopiyê didin jiyîn û hem jî qada civakî ava dike. Jin ji ber xetereya tenûrê hev û din tenê nahêlin. DÎMEN HEYE