Doza Nevîn Yildirim wê bibin DDB’ê: Darazê pêşiya êrîşê vekir 2019-05-24 09:13:34   Habîbe Eren   ENQERE- Parêzer Zekiye Karacaboz diyar kir ku biryara dadgeriyê ya der barê erêkirina cezayê muebetê ya li Nevîn Yildirim, biryareke ku hemû jinan tehdîd dike ye û got wê dozê bibin Dadgeha Destura Bingehîn. Zekiyeyê bi lêv kir ku dadgeriyê bi vê biryarê re pêşiya her cureyê êrîşên li hember jinê vekir.   Nevîn Yildirimê li hemberî Nurettîn Gîder yê li hember wê êrîşa zayendî ya sîstematîk pêk anî, parastina cewherî pêk anî.Nevin a ku parastina xwe kir bi daxwaza cezayê muebetê dihat darizandin. Di dozê de Yekemîn Daîrya Cezaya Dadgeriyê, cezayê muebetê ya Dadgeha Cezaya Giran daye erê kir.   Jina ku endama heyeta dadgehê bû daxwaz kir ku ji bo Nevînê pêkanîna ‘daxistina tahrîka bê maf’ pêk bê, lê endamên din diyar kirin ku divê ceza bê erêkirin. Di encama biryarê de cezayê muebetê li Nevînê hat birîn.   Yek ji parêzerên dozê Zekiye Karacaboz diyar kir ku Nevînê mafê xwe yê  jiyanê parastiye û ji ber vê divê hukmên parastina rewa pêk bên û wiha got: “Em çiqas daraza mêr bizanibin jî me evqas nedipa. Qe nebe me digot ceza ji rewşa baş û tahrîka bêmaf bê daxistin. Ji ber çareyek din ya Nevînê nemabû. Şansekê wê yê din tunebû.”   ‘Nevîn serbilind bû’   Zekiyeyê daxuyakirin ku Nevîn ji bo xwe biparêze neçar maye bikuje û anî ziman ku darazê hema hema ji bo hemû mêrên kujer beyî îstîsna ji ‘rewşa baş’ ceza daxistiye, lê beyî sedem li Nevînê pêk nenehat. Nevîn tevî her tiştî serbilind bû.   ‘Biryar biryareke ku hemû jinan tehdîd dike ye'   Zekiyeyê destnîşan kir ku ew ji ber biryarê xemgîn û bi bertekin û wiha berdewam kir: “Em xemgînin lê ev doz li vir naqede. Em ê dozê bibin Dadgeha Destura Bingehîn, em bawerin ji wir biryarek derkeve. Em ê ji bo Nevînê lêgerîna xwe ya edeletê berdewam bikin. Nevînê mafê jiyana xwe parast. Ji bo me ya esas mafê jiyana Nevînê ye. Em hêvîdarin ev biryar biguhere. Emê her tim li edeletê bigerin. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo Nevînê bi hev re li edeletê bigerin.”