Ji bo goristana hat texrîbkirin, ji bo emniyetê daxwazname 2019-05-24 09:09:33   MÊRDÎN - Goristana Haceca ya di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de texrîb kirin, ev 3 sale li bende tamîratê ye. Emniyetê bi hinceta ‘ewlehiyê’ destûr nade welatî bikevin goristanê jî. Şaredariya Nisêbînê ji bo tamîrata goristanê, daxwazname da Midûriyeta Emniyeta Navçeyê.   Li Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve de di pevçûnên hatin jiyîn de Goristana Haceca ya li taxa Zeynel Abîdîn, di encama bombebaranê de hatibû texrîbkirin. Ev 3 sale jî bi hinceta qedexeya destûr ji bo tamîratê nayê dayîn. Kevirên goran parçe bûne û her wiha gorên aydê endamên YJA-STAR û HPG’ê jî hene.   Goristan bi hinceta ewlehiyê nayê tamîrkirin   Emniyet nahêle gel têkeve goristanê û gor bên tamîrakirin û her wiha nahêlin cenaze jî lê bên definkirin. Wek hincet jî ‘ewlehî’ û ‘dibe hîna bombe hebin’ tên nîşandan. Li destpêka goristanê kamera mobeseyê hatiye bicihkirin û bi wesayîtên zirxî 24 saet tê şopandin. Welatiyên berê xwestibûn goristanan tamîr bikin hatibûn derbkirin.   Ji şaredariyê daxwazname   Hevşaredarên Nisêbînê jî ku di 31’ê Adarê de şaredarî ji qeyûm girtin, di rojên borî de çû serdana goran. Hevşaredar ji bo çêkirina goran ketin tevgerê lê emniyetê dîsa bi hinceta ewlehiyê destûr neda. Hevşaredaran daxwazname da Emniyetê û hîna bersiva daxwaznameyê nehatiye dayîn.”