ROJEVA 24'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-24 09:00:00   * Zaroka bi navê Ebîr Hemo ya ku bi darê zorê hatibû zewicandin, ev tiş qebûl nekir û berê xwe da mala jinê  Beriya ku şoreşa Rojava dest pê bike jin rastî qetikirin, êşkence û astengiyan dihatin. Lê di destpêka şoreşê de ji bo ku li dijî bûyerên qetilkirin û êşkenceyên ku di derheqê jinê tên kirin de, têkoşînek mezin bê kirin û rê li hemberî van bûyeran bê girtin, xebat hatin meşandin. Bi vê yekê girêdayî pêşinyar hat kirin ku ji bo mala jinê bê kirin. DÎMEN HEYE   *Têkidarî mijara perwedeyê ya li Şehbayê de mamosteyên KPC'ê diyar kirin ku ji bo pêşketina civakê perwerde pêwist e û wiha gotin:"Perwerde ji ber ku qedera civakê diyar dike loma divê em gelekî girîng bibînin. Niha li Şehbayê dest bi azmûnên dawiya salê kirine. Xwendekar tevî hemû zehmetiyan dev ji perwedeya xwe bernadin." DÎMEN HEYE   *Goristana Haceca ya di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de texrîb kirin, ev 3 sale li bende tamîratê ye. Emniyetê bi hinceta ‘ewlehiyê’ destûr nade welatî bikevin goristanê jî. Şaredariya Nisêbînê ji bo tamîrata goristanê, daxwazname da Midûriyeta Emniyeta Navçeyê.   * Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz da zanîn ku pêşniyara jiyaneke azad û wekhev a Abdullah Ocalan ku di 2’ê gulanê de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî heye û wiha got: “Ocalan civakek azad û wekhev, rêveberiya xweser pêşniyar dike. Banga yekitiya gelan, xîtabê HDK’ê jî dike.” DÎMEN HEYE   *Zozan Gulan pirtûka helbestan a bi navê“Ajero” ku bi zimanê kurdî nivîsandiye weşand. Di naveroka pirtûkê de bi giranî bi evîna welat dagirtiye û Zozan wiha got: “Helbest teşêya herî xweş a vegotina jiyanê ye, ji ber wê helbest qêrîn e.”DÎMEN HEYE   *Parêzer Zekiye Karacaboz diyar kir ku biryara dadgeriyê ya der barê erêkirina cezayê muebetê ya li Nevîn Yildirim, biryareke ku hemû jinan tehdîd dike ye û got wê dozê bibin Dadgeha Destura Bingehîn. Zekiyeyê bi lêv kir ku dadgeriyê bi vê biryarê re pêşiya her cureyê êrîşên li hember jinê vekir.   *Avşîn ya yek salî ku nexweşa hemanjîom e û bi dayika xwe Hulya Usanmaz re 6 mehe girtiye du hefteyan carê nerehet dibe û ji ber rojê nabîne, derman jî bandor nake û nexweşiya wê her diçe pêş dikeve. DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweş Ferda Îldan ku nîvê jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir, li dijî tecrîdê ji 1’ê adarê de ye di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ferda wiha dibêje: “Em ji serkeftinê wêdetir şans ji xwe re nadin nasîn. Ez xwe wek jinekê azad û kêfxweş hîs dikim.