Ji bo jinên ciwan nivîsgeha werzişê hat vekirin 2019-05-24 08:45:31   HELEB - Li Şêxmeqsudê  Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Helebê 'Nivîsgeha Yekitiya Werzişê' bi şahiyekê vekir.   Ji bo pêşxistina jinên ciwan di milê werzişê de Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a Helebê 'Nivîsgeha Yekitiya Werzîşê vekirin. Bi dehan şêni û jinên ciwan tevlî vekirina nivîsgehê bûn. Vekirina nivîsgehê  bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê qurdeleya nivîsgehê ji aliyê keça Berxwedêr Feyroz Îbrahîm, Ayşe Îbrahîm ve  hat qutkirin. Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger  Berfîn Eliko axivî û wiha got: " Bi keda şehîdan me ev nivîsgeh ava kir,  da ku jinên ciwan xwe di aliyê  werzîşê de pêş bixin." Her wiha têkîldarî vekirina nivîsgehê de jinên ciwan nêrînên xwe parve kirin.   'Armanc ji bo jinên ciwan e'   Li ser navê Rêveberiya Nivîsgehê Ayşe Derwêş agahiyên girêdayî werzişê parve kir û got: "Di nav nivîsgehê de beşek taybet ji bo jinên ciwan heye. Di nivîsgehê de wek fitbol û bosketbol hene. Armanca me ew e ku em di demê pêş de ji bo jinên ciwan cihê werzişê tiştên nû jî ava bikin."   'Werzîş di civakê de ciwanan li gel hev kom dike'   Li ser navê Yekitiya Werzişê Helîme Hisen axivî  û bal kişan ser werzişê û wiha pê de çû: "Em vekirina vê nivîsgehê li hemû ciwanan pîroz dikin. Vekirina vê nivîsgehê ji bo jinên ciwan pêşketineke. Hêviya me ew e ku em di demê pêş de hemû beşên werzişê ava bikin. Werzîş di civakê de ciwanan li gel hev kom dike."