Malbata ku zarokê wan hat îstismarkirin serîlêdana sûc kir 2019-05-23 20:42:56   ŞIRNEX - Li Cizîrê beriya çend rojan mêrê bi navê H.O. yê ku zarokek bi îstîsmara zayendî ya sistematik re rû bir hîştibû û piştî ku bûyer derket holê malbata zarok di derbarê faîl de sûcdar bû.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê li dibistanekê bûyera îstîsmara zayendî hîn ku di rojevê de ye, di  çend rojên derbasbûyî de hat zanîn ku zarokek dîsa rastî îstîsmara zayendî hatiye. Li navçeyê  H.O. yê ku di dikanekê de dixebite zarokekî  7 salî bi îstîsmar zayendî  rû bir û hiştiye. Piştî ku zarok tiştên jiyaye ji dayika xwe re got, dayika zarokê 7 salî îro çû Edlîyeya Cizîrê û di derbarê H.O. de sûcdar bû.  Zarokê ku rastî îstîsmara zayendî hat bi tevlî pedagog îfadeya xwe da. Piştî ku îfadeyên hatin girtin dozger di derbarê H.O. de biryara binçavkirinê derxist.    Di derbatê mijarê de dayika zarok ji ajansa me re axivî û anî ziman ku bûyer  beriya 6 rojan bûye. Dayik tiştên ku hatine jiyîn wiha anî ziman: “H.O. kurê min biriye dikanekê û li wir îstîsmara zayendî pêk anî ye. Kurê min ê ku rastî îstîsmara zayendî hat ji aliyê H.O. ve hatiye tehdît kirin û ji kurê min re gotiye ‘ger tu ji kesekî re bêjî tu yê bê girtin.’ Roja bûyerê kurê min dema ji marketê derketiye direviya kurê min ê 14 salî dîtiye û jê pirsiye tu çima direvî? Kurê min tiştên ku di serê wî de derbas bûye jê re gotiye. Piştî ku agahiya me jê çêbû, ez bi kurê xwe re axivî û wî ji min re jî got rastî îstîsmara zayendî hatiye. Kurê min bi rojanin ji hindir dernakeve derve.  Ev xeynî vî kurê min dîsa ji aliyê heman kesê ve 5 caran rastî îstîsmara zayendî hatiye.  Kurê min berê jî ji aliyê H.O. ve rastî îstîsmara zayendî hatiye. Lê tu carî agahiya me jê çênebû. Ji ber ku kurê min ji me re tu tişt nedigot. Piştî ku kurê min rastî îstîsmara zayendî hat derûniya wî xira bûye û xwarinê naxwe. Kurê min hefteyeke naçe dibistanê. Kurê min ji min re dibêje ‘dayê dema li ber dikanê derbas dibim li wir e. Le care kedin heman tiştî li min bike.’ Kurê min gelek tirsyaye û deruniye wî xirap bûye. Ji ber ku derûniya kurê min xirab bûye ez dibim li gel bijîjkê derûniyê. Piştî ku kurê min hinekî bi ser xwe de hat em di derbarê wî kesî de sûcdar bûn.”   Dayikê, bi lêv kir ku di derbarê wî kesî  wan serîlêdana sûc kiriye de ji bo ku bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn. Dayikê, herî dawî bang li STK, saziyên jinan û parêzeran kir ku derbarê bûyerê de hestiyar tev bigerin.