'Di hilbijartina îsal de hejmara keyayên jin ji sedî 71,78 zêde bû' 2019-05-23 15:37:51   NAVENDA NÛÇEYAN - KA.DER bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser hejmara keyayên jin û wiha got: "Di hilbijartina îsal de hezar û 65 jin bûn keya. Di hilbijartina sala 2014'an de 674 jin bibûn keya."   Di hilbijartina herêmê ya 31'ê Adarê de hezar û 65 jin wekî keya hat hilbijartin. Di dema borî de hejmara keyayên jin 674 bû. Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin (KA.DER) der barê hilbijartina herêmî de daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişandin ser hejmara keyayên jin.    KA.DER bi dirûşma "Wekhevî li taxan dest pê dike" ji bo namzetên jin perwerdeyan organîze dikin. Li gorî daxuyaniya KA.DER’ê îsal di hejmara keyayên jin de ji sedî 71,78 zêde bûne hezar û 65 jin wekî keya hatine bijartin û wiha hat gotin: "Di hilbijartina sala 2014’an de tenê 674 jin bûn keya."