Malbatên li Bakirkoyê piştî astengiyan dest bi meşê kirin 2019-05-23 15:05:23   STENBOL - Malbatên girtiyan xwestin balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê berê xwe dan li Girtîgeha Bakirkoyê. Piştî astengiya polîsan malbatan li kêleka Rêya E-5'ê des bi meşê kirin.   Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin girtiyên ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê carek din berê xwe dan li ber Girtîgeha Bakirkoyê. Malbatên girtiyan li ber Rawestgeha Otobusan a Sîteya Zarokan a Rêya E-5 kom bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî tevlî çalakiya dayikan bû.    Malbatên xwe berê xwe dan girtîgehê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan diyar kirin ku çalakiya ku pêk tînin qedexe ye û divê belavbibin. Malbatên ku hatin astengkirin ji bo biçîn Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li kêleka Rêya E-5'ê dest bi meşê kirin. Malbatan di meşê de ji polîsan re wiha got: "Daxwazên girtiyan bila bê qebûl kirin û tecrîd bê rakirin, êdî em jî nayên li vir."   Malbatan piştî ku gihaştin Rêxistina HDP'ê, çalakiya xwe bi dawî kirin.