Çalakiya Konê Greva birçîbûnê di roja duyem de didome 2019-05-23 14:29:50   KOBANÊ - Bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya Leylayan em ê tekoşînê mezin bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" çalakiya Konê Greva birçîbûnê li Kobanê didome.   Di pêşengtiya Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji bo piştevaniya çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê konê çalakiyê hat vedan. Çalakiya konê greva birçîbûnê bi serdana Saziyên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk  û gel di roja duyem de dewam dike. Di nava çalakiyan de semîner, axaftin û huner tên pêşkêşkirin. Her roj beşdarbûn ji aliyê gel ve çêdibe. Her wiha jinên ku beşdarî çalakiyê bûne nerînên xwe parve kirin.   'Daxwaza me ne tenê  tecrîd bişkêye'    Dayika Îslim Elî li ser greva birçîbûnê axivî û wiha got: "Em çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Leyla Guven hatiye destpêkirin em jî piştevaniya wê dikin. Sonda me ew e ku em ê xwesteka xwe bi ser bixin û tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Hevdîtinên ku tên çêkirin ne li gor daxwazên çalakvanan e. Dewleta Tirk li gor berjewendiyên xwe hevdîtinan çêdike, ew jî nayê wê watayê ku tecrîd rabûye."   'Em dixwazin zarokên me bi me re bijîn'   Îslimê bal kişand ser dayikên laçikspî û wiha pê de çû: "Xwesteka me ew e ku  em bi zarokên xwe û Rêberê  xwe re jiyaneke azad û bi rûmet bijîn, ji bo dayikên laçik spî jî em her tim  piştgiriyê didin wan em wan bi tenê nahêlin û êrîşên ku li ser wan tên em şermezar dikin her dayikeke li ku derê be em piştgiriyê didin wan."   'Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta em bigihêjin armanca xwe'   Wehîde Beşar jî nêrînên xwe wiha parve kir: "Di serî de dewleta em Tirk şermezar dikin. Em wek gelê Kurd her dem li pê heqîqetê ne. Ji ber Leyla Guven rastiyê diparêze. Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta em bigihêjin armanca xwe."   'Leylayê bi berxwedana xwe deng veda'   Narîn Osê jî got: "Em ji Til Xezalê beşdarî kon bûn. Leyla Guven bû sembola dîroka îro. Heta tecrîd neşkê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Leylayê bi berxwedana xwe deng veda."