Li Mersînê hejmara kesên binavçirî derket 7'an 2019-05-23 11:20:51   MERSÎN - Hejmara kesên ku di serdegirtinên duh dest pê kir û îro berdewam kir de hatin binçavkirin zêde bû û derket 7'an.    Li Mersînê hejmara kesên di serdegirtinên duh des pê kirin de hatin binçavkirin derket 7'an. Di serdegirtinên duh serê sibehê dest pê kiribûn de rêveberê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwara ya Çûkurovayê (TÛAYDER) Celal Yel, Orhan Hazar, Fatmagul Demîrbag û Hava Tekîn hatibûn binçavkirin. Di saetên berê êvarê de jî Nazan Dundar û Haci Yilmaz û li navçeya Tersûsê jî rêveberê TÛAY-DER'ê Cengîz Dere hatibûn binçavkirin.    Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û hat ragihandin ku her heft kesên hatine binçavkirin jî birine Miduriyeta Polisan a Mersînê.