Naîme Çelîk a greva xwe li malê dewam dike: Wê Tecrîd bişkê 2019-05-23 09:20:45   Rengîn Azîzoglu   AMED - Naîme Çelîk a di 1’ê Adarê de dest bi grevê kir, piştî tahliye bû, çalakiya xwe li malê didomîne. Naîmeyê wiha got: “Çûyîna parêzeran a Îmraliyê, destkeftiya greva birçîbûnê û bedela 8 hevalan dayîye. Em li pişt daxwaza xwe ne. Heta dewlet garantiya rakirina tecrîdê nede em ê dest ji grevê bernedin. Tecrîd wê bi dawî be û em ê wisa dest ji grevê berdin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 197’an de berdewam dike. Girtiyên li girtîgehê dest bi grevê kiribûn û hatibûn tahliyekirin jî li mala xwe grevê didomînin.   Naîme Çelîk li girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 1’ê Adarê de dest bi grevê kir û di 28’ê Adarê de hat tahliyekirin. Naîme piştî 2 sal û 6 mehan şûnde hat berdan û niha mala xwe ya taxa Muradiye a Baglara Amedê çalakiya xwe didomîne.    ‘Me berxwedanên beriya xwe hîs dikirin’   Naîmeyê destnîşan kir ku wê 28 rojên greva xwe li girtîgehê derbas kiriye û got li girtîgehê têgeha ‘ya min e’ tune ye û qedehek av hebûna ew hevalên xwe difikirî û got: “Dîwarên girtîgehê bûyerên berê diqîriyan. Mirovên beriya me jî li wir ketibûn grevê. Bedel dabûn. Me li girtîgehê berxwedanên beriya xwe hîs dikirin.”   ‘Gelek alî hatin serdana min’   Naîmeyê bi lêv kir ku li derve berdewamkirina berxwedanê hestek cuda ye û ev got: “Gelek dayikên ne ji nêrîna min hatin serdana min. Dayikên AKP’î, CHP’î, Huda Parî hatin serdana min. Hatin ez hembêz kirim. Ev têrî min dikin. Li malê berxwedana min, hêviya dayikan, keda wan nîşan dan. Ji gelek aliyan kes hatin serdana min lê herî zêde dayik û bav hatin serdana min.”   ‘Moralê min pir baş bû’   Naîmeyê di berdewamiyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên tenduristiya min zêde dibin. Kesek di grevê de wê çiqas baş be. Mîda min dêşe, xew li min heram bûye, serê min pir dêşe. Bîhnek biçûk serê min pir dêşîne. Ez ji dûr ve nabînim. Deng kêm tê min. Ez westandîme. Ez pir kêm ji nav nivînê radibim. Lê moralê min pir baş e. Ji girtîgehê heval nameyan dişînin. Dipirsin tu çi dikî, çawa dike. Pirsa herî tê pirsîn ‘bîhna axê çawa ye’. Ez bersiva gelek hevalan nikarim bidim. Ez nizam çi bersiv bidim. Ez gelek ji bîhna axê hez dikim lê nikarim bîhn bikim. Ji ber hevalên min ên girtîgehê nikarin bîhn bikin.”   ‘Ez hemû hêza xwe ji hevalên xwe yê çalakiya fedayî pêk anîn digirim’   Naîmzeyê got ji bo tecrîd rabe 7 hevalan dawî li jiyana xwe aniye û got:" Em nikaribûn biçin cenaza wan. Me ji dûr ve temaşe kir. Ew bi xeyalên xwe çûn. Me xeyalên wan girt ser milê xwe. Ez hêza xwe ji hevalên xwe yên çalakiya fedayî pêk anîn û hevalên xwe yên di grevê de digirim. Berxwedana dayikan a ji bo zarokên wan min gelek kêfxweş dike. Ez ji vê berxwedanê hêzê digirim. Dayik êdî ji bo bedelê nedin rabûn ser piyan.”   Naîmeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku armanca wan ev e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û got 8 sal şûnde pêkhatina hevdîtina bi parêzeran re destkeftiyek mezine ji bo wan û wiha dawî lê anî: “Em dema ketin grevê em li ser daxwazê ketin grevê û em li pişt daxwaza xwe ne. Heta dewlet garantiya rakirina tecrîdê nede, em ê jî dest ji greva birçîbûnê bernedin. Kengê tecrîd rabe, em ê jî dest ji grevê berdin.”