Her roj ji gund tê Parka Koşuyoluyê 2019-05-23 09:16:41   AMED - Makbule Akyuz tevî ku zarokên wê ne di greva birçîbûnê de ne jî her roj sibehê ji gundê Konak a Çinarê ji bo piştgiriya dayikên zarokên wan di grevê de tê Amedê. Makbuleyê diyar kir ku dayikan her tişt daye ber çavan û tên vir, li ku dayikek birîndar hebe ez li wir ligel wan im.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin 6 meh derbas kir û ji ber bêdengiya rayedar û rayagiştî 30 girtiyî çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê.   Dayikên girtiyan jî li derve çalakiya xwe didomînin. Yek ji van bajaran jî Amed e. Li parka Koşuyolu ya Amedê her roj saet di 12.00’an de dayik tên cem hev û li vir tevî êrîş û heqeretên polîsan berxwedana xwe didomînin.   ‘Dayik her tiştî li ber çavan digirin û tên vir’   Jina bi navê Makbule Akyuz jî tevî zarokên wê ne di grevê de ne, her roj ji gundê Konak a Çinar a Amedê ji bo piştgiriya dayikan tê Parka Koşuyolu.    Makbuleyê bi lêv kir ku her sibeh bi hêviya ku agahiyek baş bigire şiyar dibe û got: "Ez ji gund têm. Ez sibehê ji zarokên xwe xatir dixwazim û têm cem dayikan. Ji ber dayikan her tişt daye ber çavên xwe daketine qadan. Ez jî dixwazim bêm cem wan. Ez sibehê li bende wesayîtê disekinim. Ez digihêjim Amedê, bi çend dayikan re diçim TUAY-DER’ê. Heta em diçin cem dayikan jî polîs pêşa me bernadin. Tevî hemû astengiyan em meşa xwe pêk tînin. Em piştre diçin avahiya TUAY DER’ê. Em rastî şîdet û heqeretan tên."   ‘Dayik ji bo zarokên xwe berxwe didin’   Makbuleyê bi lêv kir ku dayik ji bo zarokên xwe berxwe didin û got ew jî ber vê ligel dayikan cih digire û got wan ji bo zarokên xwe her tişt daye ber çavên xwe. Makbuleyê her wiha daxuyakirin ku ew Kurd in û wê li ser axa Kurd bimirin û got: “Em tecrîdê qebûl nakin. Em li pişt daxwaza zarokên xwe ne. Zarokên me ne girtî ne an jî ne di grevê de ne. Lê ez jî dayikek Kurd im. Divê ez ligel wan bim.”