Dayika girtî: Tiştek bi zarokên me bê wê kî hesab bide 2019-05-23 09:11:07   Berîtan Canozer   AMED - Dayika çalakgera greva birçîbûnê Leyla Uyanik, Şehrîban Uyanik got wê ji bo zarokên xwe têbikoşin û dewlet ji bo çareseriyê pêngavê naveje, ger tiştek bi zarokên wan bê wê hesab bidin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 197’an de berdewam dike. Ji 1’ê adarê de jî li hemû girtîgehan ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiya xwe didomînin. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê.   Yek ji girtiyan Leyla Uyanik e û ji 1’ê adarê de li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Şehrîban Uyanik da zanîn ku rewşa girtiyan krîtîke û wiha got: “Hefteya borî hevdîtina vekirî hebû lê zarokên min nehiştin ez biçim. Ji ber ez ê nebaş bibim nehiştin. Keça min ya biçûk çû hevdîtinê. Pisgirêkên wan yên tenduristiyê hebûye lê moralê wan baş bûye. Dew, vîtamîna B1 û vexwarinên bi şekir nadin girtiyan. Heta niha cilşoya girtiyan hebû lê ew jî jê girtine. Hewl didin bi wan gavê bidin avêtin. Gardiyanên mêr saetê 3 caran dikevin odeyê û guhdar dikin. Tevî hişyariya girtiyan gardiyanên mêr vê dikin. Radyoya wan jê hat girtin. Rojnameyê nadin wan. Hemû mafên wan hatiye xespkirin.”   Şehrîbanê bi lêv kir ku zarokên wan dest ji berxwedanê bernadin û li her derê berxwedana dayikan jî heye û wiha pê de çû: “Dewlet ji bo çareseriyê pêngavê navêje. Ger tiştek bi zarokên me bê wê hesab bidin. Ger çapemeniya alîgir rewşa girtiyan bidîta wê çalakî evqas dirêj nebûna. Em ê heta dawî li cem zarokên xwe bin. Riya wan riya heqîqetê ye. Daxwaza wan daxwaza me ye. Divê demildest deng bidin dengê zarokên me.”