ROJEVA 23'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-23 09:00:00   *Dayika bi navê Nûra Hesen a ku çûbû Lubnanê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtibû û 3 rojan li gel wî mabû têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de nirxandin kir. Dayika Nûra anî ziman ku wê dixwest carek din jî Abdullah Ocalan bibîne û wiha got:"Dema ku min Serok Apo dît ez pir bi kelecan bûm. Min xwest ez carek din Serokê xwe bibînim." DÎMEN HEYE   *Çeteyên DAIŞ'ê ku di 23'ê Sibata 2015'an de êrîşî herêma Til Temir û Çiyayê Kizwanan kir têk çû. Piştî rizgarkirina her dû herêman gel xwe bi rêxistin kirin û zihniyeta DAIŞ'ê a jiyana jinan tarî kiribû bi perwerdeyê hate guhertin. Hevseroka Meclîsa Federal a bajarokê Xerayê  Elya Îsa rewşa gel bi taybet jî ya jinê ya beriya rizgarkirina herêmê wiha vedibêje:"Hovitiya DAIŞ'ê li ser jinan ne tiştekî veşartiye her kes vê rastiyê dizane. Eger zarokê dayîkekê bimira jî çeteyan nedihiştin ku biçe nexweşxaneyê, gelek jinên ku di kêliyên zayînê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Mirovê ku bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû nemîne nikare hîs jî bike." DÎMEN HEYE   *Li kolanan bi hezaran çîrokên wekî çîroka R.K veşartî ne. R.K yê 9 salî pereyê li kolanan qezenç dike, pê pirtûkan distîne.   *Endama Kongreya Civaka Islama Demokratîk Xilûd Ebûd teqez kir ku Islama Demokratîk înşaya civaka bi exlaq û polîtîk e û got: "Îslam ola aşîtî û lêborînê ye, li dijî kuştin û tundiyê ye."DÎMEN HEYE   *Piştî hilbijartinan şaredariya Stewrê ya Mêrdînê ji qeyûm hat girtin û lêçûnên ku hatine kirin sînoran nas nake. Bi ewraqên sexte malên nayên barkirin dane îhaleyê û di dema qeyûm de di îhaleyan de bi hezaran lîrayî zirar hatiye kirin.   *Dayika çalakgera greva birçîbûnê Leyla Uyanik, Şehrîban Uyanik got wê ji bo zarokên xwe têbikoşin û dewlet ji bo çareseriyê pêngavê naveje, ger tiştek bi zarokên wan bê wê hesab bidin.   * Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya da zanîn ku sedema kuştinên jinan polîtîkayên bêcezabûnê yên dewletê ne û wiha got: “Ya din jî hewldana normalkirina kuştinên jinan e. Ji bo yek jinek nemîne ku zirarê bibîne , em ê heta dawî têbikoşin.”DÎMEN HEYE   * Makbule Akyuz tevî ku zarokên wê ne di greva birçîbûnê de ne jî her roj sibehê ji gundê Konak a Çinarê ji bo piştgiriya dayikên zarokên wan di grevê de tê Amedê. Makbuleyê diyar kir ku dayikan her tişt daye ber çavan û tên vir, li ku dayikek birîndar hebe ez li wir ligel wan im. DÎMEN HEYE   *Naîme Çelîk a di 1’ê Adarê de dest bi grevê kir, piştî tahliye bû, çalakiya xwe li malê didomîne. Naîmeyê wiha got: “Çûyîna parêzeran a Îmraliyê, destkeftiya greva birçîbûnê û bedela 8 hevalan dayîye. Em li pişt daxwaza xwe ne. Heta dewlet garantiya rakirina tecrîdê nede em ê dest ji grevê bernedin. Tecrîd wê bi dawî be û em ê wisa dest ji grevê berdin.” DÎMEN HEYE   *CÎSST’ê, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan di navbera salên 2017-2018’an de pêk hatine kir rapor û bi navê ‘Li Girtîgehan Azadiya Fikr û Ramanê’ kir pirtûk. Di pirtûkê de der barê azadiya fikr û ramanê de çi pirsgirêk tên jiyîn û pêşniyarên çareseriyê çine cih digirin. DÎMEN HEYE   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr da zanîn ku çalakgerên greva birçîbûnê tenê dixwazin dewlet hiqûqa xwe pêk bînin û wiha got: “Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn. Divê tecrîd bê rakirin."DÎMEN HEYE