Malbatên Girtiyan ji Mêrdînê bang kirin: Bila îktîdar berpirsiyariya xwe bîne cih 2019-05-22 17:09:46   MÊRDÎN - Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de û STK'yan li Mêrdînê daxuyanî dan û bal kişandin ser girtiyên ku tendirustiya wan di xeterê de ye. Malbatan banga bila îkdtîdar berpirsiyariya xwe bi cih bîne kirin.    Li ser navê Komîsyona Çavvdêriya Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)ya Mêrdînê, Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Civakî (SES) a Mêrdînê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Kordînasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê daxuyaniykeke hevpar dan. Di daxuyaniya ku hat dayîn de malbatên girtiyan û rêveberên DBP'ê jî cih girtin .Daxuyanî li Parka Karayollariyê di bin dorpêça TOMA û wesayitên zirxî de ji aliyê Serokê ÎHD'a ya Mêrdînê  Fezî Aksiz ve hat dayîn. Fevzî diyar kir ku rewşa girtiyên di grevê de ber bi xeterê ve diçe  û got ku bila Îktîdara gavê biavêje.    Dayik heta derveyî parkê bi dirûşman meşiyan   Piştî daxuyaniyê dayikên girtiyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan di bin baranê de bi dirûşma "Bijî Berxwedana zindanan" çalakiya xwe dest pê kirin. Polîsan xwest çalakyê asteng bike, dayikan jî bertek nîşanî helwesta polîsan dan û wiha gotin: "Zarokên me dimirin" lê hûn bi êrîşa li me dikin zêdetir pere digirin gelo?  Em ê ji vir neçin û em ê li vir rûnên."   Çalakî bi dirûşim û bi çepikan bi dawî bû.