Li dijî tecrîdê li Brukselê meşeke navendî pêk hat 2019-05-22 14:49:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo bi dawîkirina tecrîdê meşeke navendî pêk hat. Li refên pêş ên meşê jinên bi laçik spî amade bûn û bal kişandin ser berxwedana dayikan.   Kurdên ji gelek welatên Ewropayê, tevî dostên xwe danê sibêhê li Gare Central (Gara trenê ya navendî) ya li Brukselê li hev civiyan. Ji gelek bajarên Belçîkayê, Elmanya, Fransa, Hollanda û Swîsreyê gelek kes tevlî bûn. Li gorî amadekaran zêdeyî hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel bi otobus û wesayitên taybet hatin qada çalakiyê. Saet derdora 11:20'î jî kortej ji bo meşê hatin amadekirin.   Li refên pêş ên meşê jinên bi laçik spî amade bûn û bal kişandin ser berxwedana dayikan. Gelek rêxistin û sazî jî tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên TJK-E, SKB, AvEG-KON, ATÎK, HBDH, KNK, PYD, Partîzan, Eniya Ked û Azadiyê, Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên KNK'ê û wekîlên berê yên HDP'ê jî tevlî meşê bûn. Piştî meşa ji saetekê çalakger li meydana Luxembourg a li ber Parlamenta Ewropayê li hev civiyan. Mîtînga li meydanê didome.   Çalakgeran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz dikin.