Çalakiya greva birçîbûnê ya Qamişloyê di roja şeşan de didome 2019-05-22 14:19:16   QAMIŞLO - Çalakiya greva birçîbûnê ji bo piştevaniya çalakvanên grevên birçîbûnê ya bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja şeşemîn de didome.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin, Netewa Demokratîk misoger bikin, ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven û hevalên zindanan ku tecirîda li ser Rêberê PKK'ê bişkînin, li parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişloyê di roja şeşemîn de didome. 165 Çalakvan ji navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo di grevê de ne, her wiha Partiya Yektîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê serdan kir.   Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya harêma Cizîrê Sebah Osman berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê silav kir û got: " Hevalên me yên ku ev demeke dirêj di nava çalakiyan de ne, canê xwe xistine tehlûkeyekê de, ji bo ku armancê xwe pêk bînin û tecirîda girankirî li ser Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan bişkînin, bi israr û berxwedanê dê ev yek pêk were."   Tê payîn ku dê sibehê çalakvan li navçeya Tirbespiyê têkevin grevê.