Li Edeneyê çalakiya dayikan di roja 13'emîn de berdewam kir 2019-05-22 13:54:06   EDENE - Malbatên girtiyan ên ku li Edeneyê çalakiyên xwe berdewam dikin, bang li Wezareta Ddadê kirin û wiha gotin: "Bila Wezareta Dadê demildest hiqûq û qanûnan bi cih bîne. Bila kesek nemire û tecrîd bê arkirin."   Çalakiya xizmên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê danedestpêkirin li Parka Îsmet Înonî çalakya rûniştinê dane destpêkirin di roja 13'emîn de berdewam kir. Serdanên ji bo çalakiyê jî li gel parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogulari û gelek kesên din berdewam kir. Xizmên girtiyan li gel dorpêça polsîan û  germayê jî saetekê çalakiya rûniştinê li dar xistin.   Malbatan diyar kirin ku îro hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê wê bê kirin hêviyeke meizn kiriye dilê wan û wiha gotin: "Bila Wezareta Dadê demildest hiqûqê û qanûnan bi cih bûn. Bila kesek nemire û tecrîd bê rakirin." Ji dayikên çalakger Nejla Kocaman jî bang li Wezîrê Dadê kir û wiha got: "Rakirina tecrîdê bi fermî aşkera bikin."  'Avukatların görüşmeye gitmesi bizi umutlandırdı'   Dayik piştî daxuyaniyê bi çepik û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.