Girtiyên Jin ên Girtîgeha Şirnexê: Gardiyanên zilam di paceyan de jinan dinêrin 2019-05-22 11:46:28   ŞIRNEX - Ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiyek jin bi nameyekê diyar kir ku hin gardiyanên zilam di paceyan de li koguşên jinan dinêrin û wan tacîz dikin.    Ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiyek jin, bi nameyekê tiştên ku li girtîgehê dijîn ragihand. Girtî diyar kir ku gardiyan li pey derxistina provakasyonê ne û ev tişt nivîsand: "Di 1'ê Gulanê de gardiyanê bi navê Y.P. di mazgalên koguşan de ev gef "Tiştên ku me heta îro naniye serê wem em ê bînin serê we" li çalakgerên greva birçîbûnê xwar. Girtî di berdewama nameya xwe de bal dikişîne ser tacîza gardiyanan jî û têkildarî mijarê ev tişt tîne ziman: "Hin gardiyanên zilam di paceyan de li koguşên jinan dinêrin û bi taybetî dema ku girtiyên jin kincên xwe dişon tacîz dikin."