Ji bo girtina karkeran a Şaredariya Baglarê îdiaya mulakata formalîte 2019-05-22 11:08:57   AMED - Huseyin Beyoglu yê ku ji aliyê YSK'ê ve sewqî Şaredariya Baglarê hat kirin diyar kir ku ew ê 180 personelî bigre kar. Her wiha hat îdiakirin lîsteya 180 kesî ji aliyê Waliyê Amedê û teşkîlatê AKP'ê ve hatiye amadekirin.    Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de ji bo Şaredariya Baglara Amedê Hevserok Zeyyad Ceylan hatibû hilbijartin. YSK'ê bi hinceta Zeyyad KHK'yî ye mazbata neda wî û mazbata da Huseyin Beyoglu yê AKP'yî.    Huseyin Beyoglu yê ku ji aliyê YSK'ê ve hat tayinkirin diyar kir ku ew ê îro 180 personelî bi mulakatê bigirin. Lê hat îdiakirin ku ev lîsteya berê hatiye amadekirin.