Ji bo daxwazên serhildêran li reyonên marketan qart hatin daliqandin 2019-05-22 10:37:59   ÎZMÎR - Ji bo balkişandina daxwazên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê li reyonên marketên Karabaglar û Konakê qart hatin daliqandin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 196 in di greva birçîbûnê de ye. Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz 183 rojin di grevê de ye. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 157'emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kiribû, di roja 158'emîn de didome. Bi hezaran girtî niha di greva birçîbûnê de ne. Dîsa 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Ji bo balkişandina daxwazên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê li reyonên marketên Karabaglar û Konakê qart hatin daliqandin.    Li ser qartan dirûşme hatin nivîsandin   Li qartan "Bijî berxwedana zindanan","Deng bide serîhildana zindanan","Deng bidin dayikan","Deng bidin jiyanê","Di roja 196'an de deng bidin Leylayê","Bêdengî dikuje","Kurdno bibin yek heger hûn nebin yek hûn ê biçin yek bi yek","Hûn çiqasî bêdeng bin dê ewqas bêwicdanî çê bibe","Leyla ev 196 roj in li berxwe dide em jî li berxwe bidin ku bila Leyla bijî","Li girtîgehan rojiya mirinê heye haya we jê heye?".