Dayika girtî: Kurê min ev rê hilbijart, ez bi wî serbilind im 2019-05-22 09:21:51   Rengîn Azîzoglu   AMED - Dayika girtiyê bi navê Zahîr Baran ê ji 1’ê Adarê de li girtîgeha Panosê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û wiha got: “Kurê min ev rê tercîh kiriye. Armanca min ev e, ez ê têbikoşim. Ne malbata xwe, axa xwe difikirî. Em bi kurê xwe serbilind in. Em ê xwedî li daxwaz û çalakiya wî derkevin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 196’an de berdewam dike. Ji 1’ê Adarê de jî li hemû girtîgehan ji 7 hezarî zêdetir girtî çalakiya xwe didomînin. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê.   Zahîr Baran jî 8 sale girtiye û ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye. Zahîr dema nû hat girtin 4 salan li Amedê girtî ma û piştre surgunê Rîze û ji wir jî surgunê Panosê hat kirin.   ‘Em li pişt daxwazên kurê xwe ne’   Dayika wî Şukran Baran diyar kir ku 4 sal ji tahliyeya kurê wî re maye û got ji ber bêderfetiya aborî nikarin biçin hevdîtinê û wiha got: “Wî got ez ketime grevê. Ewil negot. Piştre min fêm kir û wî jî got. Got ‘heta tecrîd bidome wê berxwedana me jî bidome’. Em jî li pişt daxwazên kurê xwe ne. Zextên li ser me ew ber bi vê çalakiyê birin. Em ji tu tiştekî natirsin. Girtî hemû zarokên min in. Hemû canê min in. Heta tecrîd ranebe ne ew ne em azad nabin. Ji ber vê em li hember îradeya wan rêzdar in.”   ‘Armanca min ev e, ez têdikoşim’   Şukranê daxuyakirin ku kurê wê di temenê biçûk de tevlî çalakî û meşan dibû û wiha pê de çû: “Kes neçûbana jî ew diçû. Her tim di xebatan de bû. Xwedî wicdan bû. Li dijî neheqiyê bêdeng nedima. Ji vê rê hêz hez kir. Niha gele kîlo daye. Rewşa wan ne baş e. Ez diqeherim. Em naxwazin zarokên me bimrin. Ez bang li wezareta dadê dikim, divê daxwazên wan bên bihistin. Zarokên me li dijî zextan berxwe didin. Bila cenazeyên wan neyên.”