Nevîn Yildirim: Dest ji piştevaniyê bernedin 2019-05-22 09:08:50   Yeşîm Oruç    ANTALYA - Nevîn Yildirim ya ku li dijî mêrê êrîşa zayendî lê pêk anî, parastina cewherî kir û mêr kuşt, 7 sal in girtî tê darizandin. Nevîn Yildirim bi lêv kir ku li şûna di pêvajoya darazê xwe vebêje, gelek pirsgirêkan dijî û ev peyam da jinan: “Bila jin bawer bikin ku dikarin jiyana xwe ava bikin. Bila hinekan ji bo xwe wek kesên wan xilas dikin nebînin. Bila tehma jiyanê derxînin û kêfxweş bijîn.”   Li gundê Korukaya ya Yalvaç a Ispartayê, jina bi navê Nevîn Yildirim li dijî mêrê ku êrîşa îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anî, Nurettîn Gîder di 28’ê tebaxa 2012’an de parastina cewherî pêk anî û ew kuşt. Daraza ku, mêrên her cureyê şîdetê li jinan dikin, ji rewşa baş, tahrîka bêmaf, cezayên wan dadixe, tiştên ku Nevînê jî jiya ji nedîtîve hat û cezezayê muebetê lê birî.   Di 2015’an de dadgeriyê doza Nevînê ku cezayê muebetê lê hatibû birîn xera kir û ji 3’ê Çileyê 2018’an şûnde li Dadgeha Cezaya Giran a Yalvaç ji nûve hat dîtin. Lê Dadgehê dîsa cezayê muebetê da Nevînê. Li ser vê dosya dîsa çû dadgeeriyê. Vê carê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê, nêrîna xwe anî ziman ku biryara ku Dadgeha Cezaya Giran a Yalvaç daye bê erêkirin û şand Yekemîn Daîreye Cezaya Dadgeriyê. Di 16’ê gulanê de runiştin li Dadgeriyê hat dîtin û runiştina biryarê jî taloqî 23’ê gulanê hat kirin. Nevîn di runiştina sibê bê dîtin de wê carek din azadiya xwe daxwaz bike û nûçeyên der barê wê de, hewlesta dadgehê û piştevaniya jinan ji ajansa me re nirxand.   ‘Helwesta dadgehê qelse û bi aliye’   Nevînê daxuyakirin ku divê jin xwedî li dozê derkevin û piştevaniya jinan ji bo wê gelek baş e û wiha got: “Piştevaniya jinan, ez tenê nehiştim, dengê min da bihistin. Wek jinekê min xwe tenê nehişt û ev tiştekî baş bû. Helwesta dadgehê jî qels û alîgir bû.”   ‘Di nûçeyan de cih didin îdiayên aliyê din’   Nevînê bi lêv kir ku di pêvajoya dozê de nûçeyên der barê wê de derketine şopandiye lê naveroka nûçeyan ne rast e û ev tişt anî ziman: “Cih didin îdiayên bê bingeh yên aliyê din. Tiştên ku bi rastî min jiyan nayên vegotin. Min di alî ku xwe vebêjim de gelek pirsgirêk jiya. Heta min nikaribû ez vebêjim. Ez naxwazim di mijara îstîsmara zayendî de biaxivim êdî. Ji ber ez gelek pelçiqîm. Di pêvajoya dozê de jî gelek tiştên min xwest bêjim hebûn. Lê min negot. Hîna gelek tişt dilê min de ne. Lê hêza min ya vebêjim tune. Di alî psîkolojîk de kêm be jî min hinek xwe berhev kir, ji ber vê naxwazim vegerim serî.”   Ji Nevînê peyam heye   Nevînê ev peyam şand ji jinan re: “Bila bixwe bawer bikin ku dikarin her tiştî bikin. Bila li bende kesê nemînin ku wan xilas bikin. Bila ser piyên xwe bilsekinin. Bila tiştên nebaş yên hatine serê wan vebêjin. Bila netirsin. Jinên din hene, wê wan fêm bikin, piştgiriyê bidin wan. Bila jin dest ji piştevaniyê bernedin. Bila kêfa jiyanê bijîn.”