Malbatên girtiyên di grevê de :Em ê ala berxwedanê bilind bikin 2019-05-22 09:07:19   Zeynep Durgut   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li girtîgehan  li dijî rakirina tecrîtê hatiye destpêkirin di asta xeter de ye.  Malbatên girtiyên ku  di grevên birçîbûnê de ne bang li herkesî kirin ku xwedî li berxwedanê derbikevin û gotin ku ew ê ala berxwedanê bilind bikin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 193'yan de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglara Amedê berdewam dike.Piştî Leylayê bi heman daxwazê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û grevên birçîbûnê gihiştine asta herî xeter. Malbatên girtiyên di grevên birçîbûnê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmetê dan û gotin divê hikûmet di gavavêtinê de dilsoz be.  ' Ew serê me jî jê bikin em ê dev ji doza xwe bernadîn'   Dayîka girtiyê bi navê Yunus Çapar Remziye Çapar diyar kir ku  ew bi berxwedana zindanan serbilindin û wiha axivî;"Kurê min ev 3 mehin di greva birçîbûnê de ye. Herî dawî gava ku ez çûm hevdîtinê min dît ku pir zêde kîlo daye.  Lê pir bi moral û kelecan bû. Ji ber ku bawer in ku wê berxwedana wan bi ser keve. Ew hêz û moral didin me. Em jî bi zarokên xwe bawer in wê berxwedana wan bi ser keve. Ew serê me jî jê bikin em ê dev ji doza xwe bernadîn. Pêdiviya hikûmetê jî bi rakirina tecrîtê heye. Ji xeynî çareseriyê zêdetir tu çareya hikûmetê nema ye. Ji ber ku nerazîbûnên civakî her roj zêde dibin. Rakirina tecrîtê ne tenê ji Gelê Kurd re  ji hemû gelên Tirkiyeyê re pêwîst e. Xweda vê zilmê qebûl nake. Helwesta hikûmetê tenê li dijî kurdan e. Ew çikqas zilêm bikin, em ê jî agirê berxwedanê ewqas zêde geş bikîn. Em bawerîn serkeftin ya zarokên me ye."    'Vê zilma ku li me dikin wê ji wan re nemîne'   Dayika Umut Çamlibel yê ku li girtîgeha Patnosê tîpa L'yê  6 mehin di greva birçîbûnê de ye  Hatîce Çamlibel jî anî ziman ku  ku ew ê heta dawiya bi zarokên xwe re tebikoşin û wiha got:" Ev 6 mehin kurê min li girtîgeha Panosê di greva birçîbûnê de ye. 4 sal berê jî 62 rojan keti bû greva birçîbûnê. Gava ez çûm hevdîtinê min tendirustiya wî nebaş dît. Em bang li hemû kesî dikîn ku destê xwe bidin hevdû û li dijî tecrîdê bisekînin. Ji bo pêkanîna aşitiyê ji xeynî berxwedanê tu çareya me tune ye. Ev zilma ku  ew li me dikin wê ji wan re nemîne. Zarokên me xwedî vîn û bi moralin. Berxwedana wan xwedî vîneke mezin e. Ew di berxwedanê de bi biryarin û heta ku daxwazên wan pêk neyên ew ê dev ji berxwedanê bernedin. Em diçîn hevdîtinan ew moral didin me. Ew zilma ku dewlet dikê wê ji wan re nemîne. Serkeftin ya me ye."    'Pêwîste em dengê berxwedanê bilind bikîn'   Sebrê  Çatak ji bang li herkesî kir ku li dijî zilmê bêdeng nemînin û wiha dom kir:" Ew zilma ku niha li ser serê kurdan dikin, li tu deveran cîhanê mînaka wê tune ye. Li dijî vê zilmê mirov bibe deng sekna herî bi rûmet e. Divê dayîk û jin li hemberî vê zilmê xwe ker û lal nekin. Laş dihelin mirovahî dimre pêwîste em dengê berxwedanê bilind bikîn. Ez bang li hemû alîgerên aşitî û azadiyê dikim ku berxwedanê mezin bikin û bêdeng nemînin."