Bi şêwazên nû li hemberî qetilkirin û tundiya li ser jinan têkoşîn pêwîst e 2019-05-22 09:01:58   Civîn Husên   QAMIŞLO - Seroka Desteya Jinê Rûken Ehmed derbarê bûyerên qetilkirina jinê û asta têkoşîna wan de nirxandin kir. Rûkenê diyar kir ku ji bo ku hişmendiya bi salan tê meşandin û zext li ser jinan tê kirin were guhertin, pêwîstî bi têkoşînek  mezintir heye.   Derbarê zagonên jin û têkoşîna li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinê bi taybet bûyerên herî dawî li Rojavayê Kurdistanê derketin pêş, Hevseroka Desteya Jinê Rûken Ehmed ji ajansa me re nirxandin kir.   'Şêwazên nû li hemberî bûyerên qetilkirina jinê pêwîst e'   Rûkenê diyar kir ku hinek kesên ku di warê hişmendiyê de pêş neketine zextan li ser jinana didomînin û  wiha got: "Her çiqas di riya têkoşîn û zagonên jinê de me dixwest bibin bersiv ji bûyerên tundî û qetilkirinê re, lê hîn gelek civak girtî mane û zextên mezin li ser jinê didin meşandin. Ji bo ku em xwedî li van jinan derkevin me civînek awarte li dar xist ku bi şêwazên nû li hembarî vê yekê bisekinin, bi vê armancê wek Desteya Jinê, Kongreya Star, Desteya Eerebî Niştîmanî, Yekîtiya Jinên Suriyan, Rêxistina Sara, Meclîsa Edaleta Jinê dest bi kampanya ' Jin jiyan e, jiyanê nekuj e', kir. Her wiha rewş û dozên jinê ji nêz ve em dişopînin. Em hewl didin zihniyeta civakê bi rêya semîneran biguherin."   Şoreşa di pêşengtiya jin de avabûye, qetilkrian jinekê jêre êş e Rûken balkişand li ser têkoşîna jin di şoreşê de û got: "Ji ber ku Şoreşek di pêşengtiya jin de hatiye avakirin qetilkirina jinekê ji bo me pir giran û bi êş tê. Di şoreşên cîhanê de bi hezaran jin tên qetilkirin û teçawiz kirin, di êrîşa li ser gelê Êzîdî çêbû ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê de di şevekê de bi hezaran jin hatin revandin, ku heta roja îro em hewldanên rizgarkirina wan dikin. Bê guman ger jinên Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxstin nekiribana wek didestpêka aloziya Sûriyeyê tundî û bûyerên jin pir zêde bûn, lê bi têkoşîn û berxwedana jin ev bûyer kêm bûn."   'Zagonên jinê ji gelek şêwazên tundiyê re bûn bersiv'   Rûkenê wiha dom kir: "Berî şoreşê zagonên rejîmê pêşî li tundiya li ser jinê vedikirin. Jin bi navê namûsê dikûştin û kujer tenê 6 mehan dihatin hukimkirin. Heta niha jî em têkoşîna guhertina vê hişmendiyê dikin û êşa wê dikşînin. Ji bo ku mafê jinê yê qanûnî hebe pêwîst bû di dadgehê de zagonên wê hebin bi armanca ku mafên jinê biparêzin. Ev zagon li seranserî Rojavayê Kurdisanê hatin êrêkirin û ev zagonan ji  gelek şêwazên tundiyê re bûn bersiv. Niha li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hewl didin ku xwe bi rêxistin bikin û zagonên jinê pêk bînin."   'Li hemberî zihniyeta hov têkoşînek xurt pêwîst e '   Rûken anî ziman ku DAIŞ'ê ziniyeta hov li ser jin dida meşandin û heta niha dixwazin bi riyên cuda şoreşa jin vala derbixin û got: "Şêwazê hovîtiya Çeteyên DAIŞ'ê yên ne mirovahî, zihniyeta ku DAIŞ'ê dimşand îro piştî DAIŞ'ê têk çû em têkoşîna wê di malbatan de dikin. Ger em têkoşînê li hemberî vê zihniyetê nekin wê şêwazên cur bi cur ji hovîtiyê derkevin."   'Divê jin asta têkoşîna xwe mezin bikin, hişmendiya civakê biguherin'   Rûkenê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Guhertina zihniyeta heyî dem û têkoşînek mezin dixwaze. Berfireh mijarên civakê tên nîqaşkirin. Divê ku tevahî rêxistinên jinê bi yek dengî û tevgerê têkoşîn bikin. Tevahî jin bi hev re bibin yek û rê li ber van bûyeran bigirin, divê jin bibin yek rih û hevgirtina xwe xurt bikin, hişmendiya civakê biguherin."