'Li her derê em berxwedana xwe berdewam bikin' 2019-05-21 13:53:19   ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" çalakiya konvedanê ya xwedî derketina li berxwedaniya greva birçîbûnê di roja xwe ya şeşemîn de didome.   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star çalakiya konvedanê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedaniya zîndanan em ê bi ser kevin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" ya ku di dîroka 16'ê gulanê de li qada Navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kiriye di roja xwe ya şeşemîn de berdewam e.   Qad bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berxwedêrên zîndanan û pakrewanên azadiyê û pankarta bi nivîsa "Bi pêşengtiya Leyla Guven em ê tekoşîna xwe bilind bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hat xemilandin.   Îro nêzî 75 jin ji meclîsa Kantona Efrînê bi cil û laçikên xwe yên spî tevlî çalakiyê bûn û xwedî li xwesteka Leyla Guven derketin.  Serdan ji aliyê Endam û Rêveberiyên Meclîsa hat kirin.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen, li ser navê komîteya jin a Meclîsa Navçeya Ehdas Weqfiyê Koçer, li ser navê Meclîsa Kampa Efrînê Leyla Ibrehîm hat kirin. Di axaftinê de balkişandin li ser berxwedaniya çalakiya greva birçîbûnê û gotin: "Li ku dibe bila bibe em ê berxwedaniya xwe berdewam bikin ji bo tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan were şikandin. Em her û her amade ne. Serok Apo di dilê me de lê dide, em li ser şopa Serok Apo dimeşin. Çawa di hundirê Îmraliyê de berxwedaniya xwe dike, em jî li vir û li her derê berxwedaniya xwe dikin û sonda me ew e ku em  Serok Apo azad bikin."   Piştî axaftinan gel guhdarî perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Her wiha nameyên ku ji çalakvanên greva birçîbûnê hatin  guhdar kirin. Piştre semîner ji aliyê Endama Komîteya Jin a Meclîsa Kantonê Arîn Elî ve li ser jiyana jin û berxwedaniya wê li hember desthiladariyê hat dayîn.